Siyasetmedarê kurd Fûad Onen hat berdan 2020-02-06 22:03:52     STENBOL - Siyasetmedar û nivîskarê kurd Fûad Onen ku hatibû binçavkirin, bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.    Duh siyasetmedar û nivîskarê kurd Fûad Onen li Stenbolê hatibû binçavkirin. Onen, ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakiyî yên der barê Komkujiya Roboskiyê û operasyona Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû binçavkirin.    Onen ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû binçavkirin, bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.    Par jî bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" doz li Onen hatibû vekirin û sal û mehek ceza lê hatibû birîn.