HDP û DBP'ê birîndarên aşûta Wanê ziyaret kirin 2020-02-06 20:11:03   WAN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskin Bayindir û heyeta li gel wan birîndarên di bin aşûtê de mabûn ziyaret kirin û şîfa ji wan re xwest. Temellî diyar kir ku erka îqtîdarê vê felaketê rawestîne û wiha got: "Divê li dijî felaketa aşûtê xebatek pir mezin bê kirin."    Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku di navde Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskin Bayindir jî hebûn, welatiyên di bin aşûtê de man û birîndar bûn li nexweşxaneyê ziyaret kirin. Hevserokên HDP'ê û DBP'ê şifa ji birîndaran re xwest û sersaxî da malbatên ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dane. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temellî, ewil li Nexweşxaneya Herêmê ya Wanê birîndar yek bi yek ziyaret kir. Bayindir û heyeta li gel wî jî der barê birîndaran de yek bi yek agahî girt. Piştre derbasî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha YYU bûn û li vir jî birîndar ziyaret kirin.    Temellî, Bayindir û heyeta li gel wan piştre rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan nexwest ku li pêş avahiya nexweşxaneyê daxuyaniyê bidin. Piştî niqaşan Temellî li vir daxuyanî da. Temellî, diyar kir ku li vir felateke pir mezin pêk hatiye û wiha got: "Li vir felaketek mezin pêk hat. lê ev felatek ne tenê ya aşûtê ye. Li her dera cîhanê aşûtên mezin çê dibin. Lê ew qas felaketên mezin çênabin. Sedema ve yekê ji ber ku welat bûye welatê felaketan. Li dijî aşûtê xebatek hestiyar nehat kirin. Lê rêveberîya Tirkiye li vir aqilekî ava dike. Ji ber vê yekê bi dehan mirovên me mirin. Me 60 kesên birîndar li nexweşxaneyê ziyaret kir. Li bajarê me êşek pir mezin çêbû. Em hêvî dikin ku birîndarên li nexweşxaneyê di demek nêzîk de baş bibin û biçin malên xwe. Erka Walî ne qeymeqamî ye. Erka Şêwirmendê Serokomar ne şov e. Erka îqtîdarê rê li pêş vê felaketa aşûtê bigire ye."    Temellî, herî dawî bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin gelê Miks û Wanê.    Tê payin ku heyeta HDP û DBP'ê sibê malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane ziyaret bikin.