Di salekê de 40 kes li Wanê hatin kuştin 2017-12-13 16:55:07   VAN - Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Murat Melek, diyar kir ku li Wanê dinava salekê de 40 kes di şerê heyî de jiyana xwe ji dest dan û ji bo çareseriya pirsgirêkê bal kişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê, bi boneya Hefteya Mafê Mirovan a 10-17’ê Kanûnê xwest li navenda bajêr daxuyanî bide çapemeniyê. Lê endamên ÎHD’ê li ser astengiya Waliyê Wanê, li avahiya Şaxa Sendîkayên Kedkarên Zanist û  Perwerdê a (Egîtîm Sen) civîna çapemeniyê li dar xistin.     Endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Çemaweriyê (KESK) beşdarî civînê bûn. Rêvebera ÎHD’ê Ozlem Altindag di civînê de daxuyanî da û wiha axivî: “Dibin navê OHAL’ê de azadî û mafên herî bingehîn ji holê hatin rakirin.”   'DI NAVA SALEKÊ DE 40 MIROVAN JIYANA XWE JI DEST DAN’    Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Murat Melet piştî Altindag axivî û bal kişand ser rewşa OHAL’ê. Melet, diyar kir ku berî OHAL jî li herêmê rêveberiyek OHAL’ê hebû û wiha got: “Dinava salekê de li Wanê 40 mirovan di şerê heyî de jiyana xwe ji dest dan, 16 zarok rastî tacîzê hatin, ser 593’an de hat girtin û di girtîgehê de îşkence li 19 girtiyana hat kirin.” Melet, anî ziman ku heya pirsgirêka kurd çareser nebe, tu pirsgirêk çareser nabin û wiha bilêv kir: “Berî her tiştî divê demildest tecrîta li ser Birêz Ocalan bê rakirin.”   ‘DIVÊ TECRÎT BÊ RAKIRIN’   Endamê Dîwana KCD’ê Fîkret Dogan jî, diyar kir ku pêkanîna tecrîtê ya li Girtîgeha Îmraliyê di dîroka mirovahiya cîhanê de tu carî nehatiye dîtin û wiha got: “Ocalan ji bo Rojhilata Navîn û gelê kurd şansek mezine. Divê tecrîta li ser Ocalan bê rakirin.”   'KEDKAR JI KAR HATIN AVÊTIN'   Seroka Giştî ya Sendîkayên Kedkarên Buroyê (BES) Serpîl Akpinar jî, da zanîn ku ji ber KHK’an nêzî 130 hezar kedkarên çemawerî ji ker hatin avêtin û wiha axivî: “4 hezar û 99 jê endamên konfederasyona me bûn. Ji 3 hezarî zêdetir yên DÎSK’ê, dîsan ewqas jî yên TMOBB û 2 hezar jî hevalên em yên bijîşk bûn.”   Piştî axaftinan civîn bi dawî bû.