Kesên di bobelata aşûtê de jiyana xwe ji dest dan tên veşartin 2020-02-06 17:09:31   WAN  - Kesên di felaketa aşûta li Miksê de jiyana xwe ji dest dan 4 jê li navenda Wanê, 10 kes li navçeya Şaxê veşartin. Kesên din jî li goristanên cuda tên veşartin. Li gelek deveran şîn hatin danîn. Kesên di bobelata aşûtê ya li navçeya Miksê ya Wanê pêk hat tên veşartin. Esker û cerdevanên di bobelatê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmên fermî ber bi bajarên wan ve hatin şandin. Welatiyên sivîl jî li goristanên cuda yên cuda tên veşartin. Cenazeyê Siyabend Dayan, Serokê Rêxistina Partiya Saddetê Yê Navçeya Rêya Armûşê Mehmet Emîn Kurt, Haci Sadik Kapagan û Ûmeyt Kapagan li Goristana Taxa Karşyakayê ya Wanê hatin veşartin. Cenazeyên van 4 welatiyan bi beşdariya sedan kes hat veşartin. Rêveberên HDP’ê û Partiya Saadetê jî beşdarî merasîmê bûn. Malbat û xizmên van kesan li goristanê xemgîn bûn. Her wiha cenazeyên 8 cerdevan û 2 xebatkarên agirkujê jî li navçeya Şaxê ya Wanê hatin veşartin. 3 cenazeyên îro ji bo aşûtê hatin derxistin jî anîn nexweşxaneya Wanê. Li goristanên cuda veşartina cenazeyan didome. Li gelek deverên bajêr şîn hatin danîn.