Siyasetmedar û nivîskarê kurd Fûat Onen hat binçavkirin 2020-02-06 15:45:44 STENBOL - Nivîskar û siyasetmedarê kurd Fûad Onen, bi hinceta parvekirinên medya civakî hat binçavkirin.  Nivîskar û siyasetmedarê kurd Fûad Onen, li Stenbolê hat binçavkirin. Hat diyar kirin ku Onen ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî yên rexnekirina Komkujiya Roboskî û operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di 9’ê Cotmeha 2019’an de pêk hat, bi îdîaya “Propagendeya rêxistinê kirin” hatiye binçavkirin.    Li bedê ye ku di nava rojê de îfadeya Onen bê girtin.    3 SAL Û MEHEK CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ LÊ BIRÎBÛN   Onen di meha Nîsanê ya sala 2019’an de, li 32’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, bi îdîaya “Propagandeya PKK’ê kirin” hatibû darizandin, 3 sal û 1 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.