KCD’ê ji ber aşûtê 2 roj şîn ragihand 2020-02-06 15:41:56 AMED – KCD’ê bêtedbîriya beriya felaketa aşûtê ya li Miksê ku nehatiye girtin rayedaran rexne kir û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane 2 rojan şînê ragihand û paçê reş bi avahiya xwe ve daliqand.    Kongreya Civaka Demokratîk derbarê felaketa aşûtê ya li navçeya Miksê ya Wanê pêk hat û heta niha 41 kesan jiyana xwe ji dest da daxuyaniya nivîskî weşand. KCD’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ji bo kesên di aşûta li Miksê de jiyana xwe ji dest daane 2 rojan şînê radigihînin û paçê reş bi avahiya xwe ve daliqand.    Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:                                              “Ligel hêj birînên erdheja ku li Xerpêtê pêk hat nehatibûn pêçan, aşûta ku li navçeya Miksê ya Wanê çêbû di nav gelê me de rê li ber şînê vekir. Ji ber karaseta aşûtê, li hêlekê ji bo xilaskirina mirovên me gelê me ket nava seferberiyê û li hêla din jî civak ket nava xemgîniyeke mezin.   Em ji malbatên mirovên me yên ku ji ber aşûtê jiyana xwe ji dest dan sersaxiyê û ji mirovên xwe yên jiyana xwe ji dest dan rahmet û sebrê dixwazin. Em hêvî dikin ku mirovên me yên brîndar jî di demek nêz veguherin tenduristiya xwe yê berê û baş bibin.   Tê xwestin ku bûyerên xwezayî wekî ku gelê me daîma beramberî wê dimîne bê nîşandan, lê rastî ne wisa ye. Dema ku mirov li ser bûyerên xwezayî lêkolînê dike tê xwiyakirin ku îxmalkariya dîrokî û siyasî derdikeve holê û vê rastiyê tevahî raya giştî dizane.   Bûyera aşûtê ya yekemîn mirov dikare bi awayekî kismî têkildarî bûyerên xwezayî bike lê negirtina tedbîr û ewlehiyên têkildarî rêyan, girîng negirtina amadekariyên teknîkî, hişyariyên di demê de derbarê rêveberên di wê herêmê de diçin nehatiye kirin, bê qîmetiya jiyana mirovan a ji bo rêveberan derxistiye holê ku ev bûyer ne qeder di encama bê berpirsiyartiyê pêk hatiye.   Karaseta duyemîn a aşûtê di encama, negirtina ewlehiyê, israr û bê aqiltiya siyasetê û bê berpirsiyartî jî dema lê barbûye derketiye holê. Wekî ku di çapemenî û nav raya giştî de tê diyarkirin ku ligel hemû hişyariyan komek siyasetmedar bi piştgiriya hewayî û wesayitên zirxî di herêma aşûtê re derbasbûne û rê li ber karaseta duyemîn vekirine. Ev tevger rê li ber aşûtê vekiriye.   Desthilatdariya AKP’ê hatiye asta ku di nava krîzan de rê li ber krîzên nû veke. Ev siyaset û xêza ku bêyî jiyana mirovan bifikire dixwaze bûyerên xwezayî jî veguherîne berjewendiyê û bixe nava talûkeyê xerabûnek mezin dijî. Li şûna çareserkirinê pirsgirêkan bêhtir kûr dike. Divê tevahî raya giştî bibîne ku desthilatdariya AKP’ê ji bo civakê bûye rîskek mezin.   Li ser vê esasê em dixwazin hemû raya giştî têkildarî aşûta ku li Miks-Wanê pêk hatiye hestiyarî tevbigere û li paş heqîqetê raweste. Piştevaniya bi malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane li gorî me helwestek mirovahiye.   ŞÎN HAT RAGIHANDIN   Wekî KCD’ê ji bo parvekirina êşê em du rojan şînê îlan dikin. Di dema bûyerên bi vî rengî de em helwesta gelê xwe ya piştevaniyê dizanin. Bi vê hestiyariyê; di serî de em bang li gelê xwe hemû Saziyên Sivîl ên Civakî û partiyên siyasî dikin ku bi gelê Miksê re bikevin nava hevkariyê. Gelê Wanê dê tenê bi siyaseta samîmî, bê berjewendî û bi rûhê piştevaniyê bikaribe germ bibe.”