Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt îfade neda: Roja ku keça min hat kuştin pevçûn tune bû 2020-02-06 14:33:04 AMED - Polîs Abdûllah E. yê di dema qedexeya derketina kolanan a Sûrê de Helîn Şen kuşt, di doza lê hatibû vekirin de îfade neda. Dayika Şen, diyar kir ku roja ku keça wê hat kuştin, pevçûn tune bû. Dadgehê daxwaza girtina polîsê bersûc red kir.  Yekemîn danişîna doza zaroka 12 salî Helîn Şen a di qedexeya derketina kolanan a navçeya Sûr a Amedê ya di 12'ê Cotmeha 2015'an de, ji bo nan bistîne derket kolanê û ji aliyê polîs Abdullah E. ê ji maşîna zirxî ya Kabro gule li ser wê reşandin û kuşt, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dayika Şen Nazmiye Şen, parêzerên malbatê Rahşan Bataray, Abdûllah Zeytûn û Derya Yildirim di danişînê e amede bûn. Bersûc polîs Abdûllah E. bi pergala  SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Di heman demê de, gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl, endamên rêxistinên jinan û parêzer danişîn şopandin. Polîsan berî danişînê li derdora edliyê ewlekariyek zêde girtin û 13 polîsan jî danişîn şopandin.    DAYIK ŞEN: PEVÇÛN TUNE BÛ    Dest pê kê dayika Şen Nazmiye Şen di danişînê de weke gazinker hat guhdarkirin.  Dayika Şen, tiştên jiyan wiha vegot: “Bûyer 12’yê Cotama 2015’an derdora saet 08.00’an pêk hat. Keça min dest pê kê çû dikanê û dûre jî çû firinê. Li pişt me maşîneya  zirxî hebû. Dema em çûn firinê ji maşîneya zirxî dengê avêtina sê guleyan hat. Ji erdê dûman rabû. Hemû kesan dan ber qîjîniyan. Gotin gule li zarok ket. Dema ku min li derdora xwe mêze kir, min dît ku keça min li ser pişta xwe li erdê ye. Min hewl da ku ez wê bigirim. Maşîneya zirxî dîsan gule barandin. Jinek cîranê me laçika xwe avêt erdê û hewl da cenazeyê keça  min bigire. Lê polîsan dîsa gule li me reşandin. Destûr nedan ku em cenaze bigirin. Cenaze heya demek dirêj li erdê ma. Cîranê me cenaze ji wê derê girt û bi dengek bilind ambûlans xwest. Cenazeyê keça min heya demek dirêj di hewşa malê de li benda ambûlansê ma. Em tim li ambulansê geriyan, lê dîsa jî pir dereng hat. Min nekarî ez bi keça xwe re herim. Apê wê pê re çû. Li cihê ku keça min hat kuştin nêzî 20 polîsan hebûn. Roja ku keça min hat kuştin, tu pevçûn tunebûn. Rojek berî wê jî pevçûn tune bû. Em bi vê rehetiyê ji malê derketin û çûn firinê.  Lê me qet ne fikirî bû ku wê maşîneya zirxî ya li pişt me gule li me bibarîne.”    XWESTIN KU  POLÎSÊ BERSÛC BÊ GIRTIN     Dûre parêzerê malbata Şeng  Abdûllah Zeytûn parastin kir û wiha got: “Hîna jî îfadeya polîsê bersûc nehatiye girtin. Em dixwazin polîsên şahid di dadgehê de bên guhdarkirin. Ew mafê me heye ku em rast rast pirsan ji bersûc bikin. Kes û polîsên îfadeyên wan hatine girtin, ne wekî hevin. Nakokî di navbera îfadeyan de hene. Em dixwazin hûn bersûc bibin dadgehê. Di heman demê de em dixwazin ku pol3ısê bersûc bê girtin.”    SEROKÊ BAROYÊ: ÎNFAZA BÊDARAZ      Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî, diyar kir ku ev bûyer bûyereke înfaza bêdaraze û wiha parastin kir: “Ev cinayete û mafê jiyanê ji holê radikeye. Lê ligel vê jî bersûc bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê dibe. Ev ne bû. Ji xwe cesareta girtinê nehat nîşandan. Kesekê ku zarokek kuştibe divê bê girtin. Gelek kes li Sûrê bi awayekê bêmaf hatin kuştin. Azadiya tu kesî nîne ku sûc bikin. Em dixwazin ku bersûc bê girtin.”   SÛCDAR HÎNA  JÎ LI SER KARE   Li ser navê ÎHD’ê parêzer Rahşan Bataray jî parastin kir û wiha got: “Em di çarçoveya têkoşîna li dijî  ceza nekirinê de, vê dosyayê dişopînin. Em dixwazin bibin mudaxilê vê dozê. Di çarçoveyê dosyeyê de divê tenê bersûc Abdûllah E. neyê darizandin. Divê hemû kesên berpirsiyar bên darizandin. Hîna bersûc jî li ser karê xwe ye.”    HAK ÖRGÜTLERİNDEN KATILMA TALEBİ   Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê, Komeleya Înîsîyatîfa Maf, Navenda Mafê Zarokan a Baroya Stenbolê, Komeleya Jinan a Rosa û TÎHV’ê xwestin ku beşdarî danişînê bibin.    'EV 4 SAL Û 4 MEHIN EM LI BENDA DOZÊ BÛN'    Şandeya dadgehê, xwest ku rêxistinên dixwazin beşdarî danişînê bibin hincetên xwe aşkere bikin. Parêzeran li ser vê yekê bertek nîşan da û gotin; “Ev 4 sal û 4 mehin em li benda vê dozê ne. Bersûc li holê tuneye. Qet nebe, bihêlin ku em parastin bikin.”    PARÊZER DAXWAZ KIR KU JI DOZÊ VEKIŞE    Parêzer Jiyan Aydin ê ji CMK’ê li ser navê bersûc hatibû tayînkirin, daxwaz kir ku ji dozê vekişe. Dûre dozger mafê axaftinê girt û xwest ku daxwaza girtinê ya bersûc ji aliyê dadgehê ve bê red kirin.    DAXWAZ HATIN REDKIRIN    Şandeya dadgehê piştî navberek kurt biryara xwe aşkere kir. Dadgehê, daxwaza rêxistinên maf ên mudaxilê dozê bibin, girtina bersûc û daxwaza parêzer Jiyan Aydin a ji dozê vekişînê, red kirin. Dûre dadgehê danişîn taloqî 3’yê Adarê kir.    DAXUYANÎ ASTENG KIRIN    Piştî danişînê, kesên beşdarî dozê bibûn li ber edliyê daxuyanî bidin çapemeniyê. Lê polîsan bi hinceta biryara qedexeya Walîtiyê daxuyanî asteng kirin. Rêxistinên mafan û malbata Helîn Şen li ser vê yekê çûn Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û li vê derê daxuyanî dan. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdûllah Zeytûn di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Vê danişînê yek alî berdewam dikin. Ji bo ku bersûc cezayê heq dikin bigirin, emê têkoşîna xwe dewam bikin.”   ‘EZ JI BO HELÎN ŞEN EDALETÊ DIXWAZIM’   Piştre dayika Şen Nazmiye Şen, diyar kir ku bersûc nayê darizandin û wiha got: “Ez ji bo Helîn Şen edaletê dixwazim. Ez dixwazim ku bersûc bê darizandin û cezayê herî giran li wî bê birîn. Ji bo ku tu zarokên din neyin kuştin, ez bang li tevahiya cîhanê dikim ku dengê xwe bilind bikin. Ez jibo Helîn Hasret Şen edaletê dixwazim.”