Ne rêya Miksê ne jî bextê wê hat vekirin! 2020-02-06 14:07:54   WAN – Piştî felaketa li Miksê pêk hat xemsarî û çênekirina gêdûkan anî rojevê. Tevî ku rayedarên AKP’ê sozên wek “Hem rêya Miksê hem jî bextê wê vekiriye” anîn ziman jî lê ne gêdûkên berfê û ne jî rê hatin çêkirin.    Li navçeya Miksê ya Wanê felaket ango bobelata aşûtê pêk hat û heta niha 39 kesan jiyana xwe ji dest daye û ji 100 kesî zêdetir jî birîndar bûne. Piştî vê bobelatê xemsarî û sozên rayedarên hikumetê ji bo Miksê dabûn hatin rojevê. Bi salane rayedarên hikumetê navçeya Miksê ji xwe re wek amûra propagandayê anîn ziman. Her tim digotin wê rê û gêdûkan ji bo Miksê çêbikin. Navçeya Miksê wek “Gerstêrka 9’emîn” tê pênasekirin. Lê bi salane tu demê pirsgirêka rêya Miksê nehat çareserkirin û her tim rêya navçeyê li ber felaketê wiha vedike. Divê li gelek deverên rêya Miksê gêdûkên berfê werin çêkirin, lê heta niha tenê gêdûka bi navê Qerapêt hatiye çêkirin.    BÎNALÎ YILDIRIM GOTIBÛ: RÊ Û BEXTÊ MIKSÊ HER TIM VEKIRIYE    Miks her di her serdema hilbijartinan de di rojeva hikumetê de ye. Lê heta niha gavek jî nehatiye avêtin. Di sala 2014’an de dest bi çêkirina Gêdûka Qerapêtê hat kirin û di sala 2016’an de qediya û hat vekirin. Ev gêdûk wek gêdûka berfê ya ewilîn a Tirkiyê hatibû lansekirin û bi salan propaganda wê hat kirin. Wezîrê Gihandin, Deryavanî û Ragihandinê yê wê demê Bînalî Yildirim diyar kiribû ku gêdûka hatiye çêkirin wek modela Kanada a “gêdûka berfê” ye û gotibû “Êdî her tim rêya Miksê jî û bextê wê jî vekiriye.”    Di dema aşûta ewil de tedbîr nehatine girtin û rê li ber xemsariyê hatiye vekirin.    'DEMA DOR TÊ SER MIKSÊ EV ÎQTÎDAR TIŞTEKÎ NAKE’    Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyan (ÎMO) yê Wanê Îsmet Bîlmez da zanîn ku hema bêje her zivistan li ser rêya Miksê bûyerên aşûtê diqewimin û lê heta îro tedbîrên têrkirî nehatine girtin. Bîlmez anî ziman ku divê li ser rêya Miksê herî kêm 10 gêdûk werin çêkirin û rê her tim ji aliyê ekîbên rêya bejahiyê ve were kontrolkirin, lê tu tedbîr nehatine girtin. Bîlmez got bi salan li ser rêya Miksê propaganda hatin kirin lê heta niha tenê gêdûkek hatiye çêkirin. Ev îqtîdara ku li rojavayê Tirkiyê an jî li Derya Reş di bin çiyayan û deryayan de gêdûkan û projeyan çêdike, lê mixabin nemaze ji bo Miksê û navçeyên din ên herêmê tu tişek çênekiriye. Dizanin li wan deran gêdûkan an jî rê û projeyan çêbikin lê gelo dema dor tê ser Miksê nikarin çêbikin? Ev felaketa pêk hatiye jî ji ber xemsarî û bêtedbîriya rayedaran pêk hatiye. Heke rê û gêdûkên baş werin çêkirin dê îro ev felaketa mezin pêk nehata.”