Doza Redhackê ya rojnamegeran hat taloqkirin 2020-02-06 13:20:51   NAVENDA NÛÇEYAN – Danişîna 9’emîn a doza rojnamegerên ku agahiyên di e-posta Berat Albayrak de hatin bidestixistin û kiribûn nûçe û derbarê wan de doz hatibû vekirin hat lidarxistin.    Redhack di sala 2016’an de agahiyên di hesabê e-posta Wezîrê Enerjiyê yê wê demê û Wezîrê niha yê Xazîne û Maliyê Berat Albayrak desteser kiribû û hin rojnameger ji ber van agahiyan kiribûn nûçe hatibûn binçavkirin û girtin û pişt re hatibûn berdan tên darizandin. Danişîna 9’emîn a doza rojnameger Omer Çelîk, Metîn Yoksû, Mahîr Kanat, Derya Okatan, Eray Sargin û Tunca Ogreten li 29’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Rojnameger Eray Sargin, Tunca Ogreten û Mahîr Kanat û parêzerên rojnamegeran di danişînê de amade bûn.    Piştî tespîta nasnameyan zabitên celseya berê hat xwendin. Rojnamegerên beşdarî danişînê bûn, parastina xwe kirin û berata xwe xwestin. Parêzeran jî parastina miwekîlê xwe kirin û xwestin miwekîlên wan bên beratkirin.    Piştî parastinan heyeta dadgehê, qedexeya derketina derveyî welat a Derya Okatan û Eray Sargin rakir. Dadgehê danişînek din taloqî 25’ê Hezîranê kir.