Hejmara kesên di aşûtê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 39’an 2020-02-06 12:50:33   WAN - Li navçeya Miksê hêjmara kesên dibin aşûtê de man û jiyana xwe ji dest dan gihişt 39'an. Xebatên lêgerîna karesata 100 kes tê de birîndar bûn, dewam dikin.  Hejmara kesên di karesata aşûtê ya 2 rojan li ser hev li navçeya Miksê ya Wanê  rû da, jiyana xwe ji dest dan gihişt 39’an. Hat ragihandin k udi karesata aşûtê de nêzî 100 kesan birîndar bûne. Duh navber ji bo xebatên lêgerînê hatibû dayîn. Serê vê sibê dîsan dest bi xebatên lêgerînê hatin kirin. Ekîbên ji bajarên cuda hatin cihê bûyerê, beşdarî xebatên lêgerînê bûn. Di encama xebata serê sibê hat kirin de cenazeyê kesekê hat dîtin.    Derbarê hejmara kesên dibin aşûtê mayîn de, heya niha agahiyek zelal nehatiye girtin.