Hevserokên HDP'ê yên Amedê: Hemû bajar di bin tundiyê de ye 2020-02-06 12:32:25 AMED - Hevserokên Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik, civîneke çapameniyê li dar xistin. Hevserokan, diyar kir ku hemû bajar di bin tundiyê de ye û daxwazên gel ji hêla rêveberiyê ve nayê dîtin. Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Amedê, li otoleke navçeya Yenîşehîrê, cîneke çapameniyê ya bi taştê li dar xist û bi rôjnamegeran re hat gel hev. Hevserokên Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik û rêveberên partiyê tevlî civînê bûn.    Hevserokê HDP'ê Zeyyat Ceylan, di civînê de axivî. Ceylan, di destpêka axaftina xwe de kesên ku di erdheja Xarpêtê, aşûta Wanê û qezaya balafirê ya Stenbolê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn û ev tişt got: "Ne erdhej, bergirî negirtin mirovan dikuje. Weke erdhejê, aşûta Wanê û qezaya balafirê jî nehatin birêvebirin."    'ZÎHNIYETA QEYÛM ÎNKAR E'   Ceylan, destnîşan kir ku desthilat ji aloziyê pêştir tu tiştekî nade mirovan û wiha got: "Êrîşên li dijî kurdan her berdewam dikin. Zihniyeta qeyûm, înkara kurdan e.Ev zihniyet şaş e û em vê zihniyetê qebûl nakin. Hewl didin civakê bi rêbazên leşkerî bi rê ve bibin û desthilata xwe bi vî awayî bidomînin. Wê HDP li dijî înkar û îmhayê, aştî û demokrasiyê esas bigire.   'VÎNA GEL TÊ DESTESERKIRIN'   Piştî Ceylan, Hevseroka HDP'ê Hulya Alokmen Ûyanik jî axivî û bertek nîşanî polîtîkayên ku ji aliyê AKP-MHP'ê ve li dijî kurdan tên meşandin da. Ûyanik, diyar kir ku vîna gel tê destserkirin û wiha got: "Heke mirov qala Amedê bike, nikare bibêje ku rêveberiya herêmî heye. Daxwazin gel ji aliyê rêveberiyê ve nayên dîtin. Hemû bajar di bin tundiyê de ye. Wê astengiyên daxuyaniyên çapameniyê têkoşîna me asteng neke.    'EM JI DIYALOGÊ RE AMADE NE'   Ûyanik, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya ku li ber avahiya partiya wan tê lidarxistin jî û têkildarî miajrê ev tişt anîn ziman: "Xebatên me yên rêxistina bajar tên astengkirin. Me roja destpêkê jî got, em niha jî dibêjin ku çareseriya vê pirsgirêkê bi dikare bi aştiyê pêk bê. Ev çalakî projeya dewletê ye. Em ji diyaloga ku bi me re were kirin re amade ne. Lê em dizanin ku pêşî li van hevdîtina hatiye girtin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."   Ûyanik, herî dawî banga tevlîbûna daneşîna doza Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir.