Endamên Platforma Zimanê Kurdî: Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî em li benda piştevaniya partiyên siyasî ne 2020-02-06 12:24:21 ENQERE – Platforma Zimanê Kurdî li Enqereyê têkildarî zimanê kurdî li Enqereyê hin hevdîtinan pêk anî. Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî diyar kir ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî ji partiyên siyasî li benda piştevaniyek bi hêz in.  Pêkhateyên Platforma Zimanê Kurdî di çarçoveya xebatên xwe de li Enqereyê hin hevdîtinan pêk anîn. Platform bi HDP, CHP, Partiya Saadet û endamên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) re hevdîtin pêk anîn. Platformê di serdanan de daxwazên xwe hem bi nivîskî hem jî bi devkî radestî partî û endamên YE’yê kirin.    Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî û endamên Platformê Îrfan Soner û Bora Balî têkildarî serdanên xwe ji ajansa me re axivîn.    Cizîrê diyar kir ku platforma wan bi hevkariya 9 partiyên kurd bi armanca rakirina pişaftina li ser zimanê kurdî û ji bo zimanê kurdî bi awayek fermî were qebûl kirin ava kirine û vê serdana xwe jî ji bo vê yekê pêk anîne.    Cizîrî anî ziman ku ji bo Saziya Zimanê Kurdî were avakirin û daxwazên xwe din radestî partiyên siyasî kirine û got: “Ji bo astengkiyên li pêşiya zimanê kurdî werin rakirin divê Saziyek Zimanê Kurdî were avakirin. Divê ev sazî ji aliyê saziyên dewletê ve were fînansekirin. Me bi armanca zimanê kurdî bi awayek fermî were qebûlkirin û ji bo zimanê kurdî ku birêkûpêkkirina yasayî çê bibe daxwazên xwe ji partiyan re vegotine.”    ‘AKP’Ê HEVDÎTINA ME QEBÛL NEKIR’    Cizîrî da zanîn ku serdanên wan erênî derbas bûne û wiha got: “Hevdîtina me ya li gel HDP’ê erênî derbas bû. Daxwazên me wek daxwazên xwe qebûlkirin. Me bi Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû re jî hevdîtin pêk anî. Birêz Kiliçdaroglû li daxwazên me guhdar kir. Diyar kir ku ji bo Saziya Zimanê Kurdî dê xebatên me destek bikin û divê em bi partiyên din re jî hevdîtin bikin. Me xwest em bi partiya hikumetê re jî hevdîtin pêk bînin. Lê li me nezivirîn û me ji Kiliçdaroglû re vê yekê got. Em cudahiyê naxin navbera partiyan tenê krîterek me heye ku em bi MHP’ê re hevdîtin nakin. Ev jî ne ji bo ku em wan nabînin, ji bo ew me nabînin û li hember kurdan siyasetek hişk birêve dibin me hevdîtin nekir. Heke di zimanê MHP’ê de siyasetek nerm çê bibe, bêguman em ê bi wan re jî hevdîtin bikin.”   ‘EM XWEDÎ LI MÎRATEYA XWE DERDIKEVIN’    Cizîrê destnîşan kir ku hevdîtina wan a li gel endamên Yekîtiya Ewrûpayê jî erênî derbas bûye û wiha domand: “Em ji YE’yê û UNSECO jî dixwazin parastina zimanê kurdî bikin. Ji bo dewleta Tirkiyê zimanê kurdî qebûl li ser wan fişaran bike. Em ji wan vê dixwazin. Ji me re gotin ku têkiliyên Tirkiyê û YE ne baş in. Wan ji me re got mafê zimanê zikmakî mafê herkesî ye. Me ji wan re diyar kir ku em xwedî li mîrateya xwe derdikevin.”   Cizîrî ji bo xwedî derketina ziman bang li gelê kurd kir û got: “Her kesê bêje ez kurd im divê bi kurdî dizanibe. Em li her qadê jiyanê bi kurdî biaxivin.”   ‘DIVÊ ASTENGIYÊN YASAYÎ WERIN RAKIRIN’    Endamê Platformê Îrfan Soner jî da zanîn ku zextên li ser zimanê kurdî îro di asta herî jor de ne û wiha got: “Me wek Platform ji partiyên siaysî destekek bi hêz xwest. Me ji wan xwest ku divê Saziya Zimanê Kurdî bi awayek yasayî were avakirin û parastina zimanê kurdî kir. Me ji wan xwest ku astengiyên yasayî  yên li pêşiya ziman werin rakirin.”    ‘ZEXTAN LI SER TIRKIYÊ BIKIN’    Soner bal kişand ser hevdîtina li gel delegasyona Yekîtya Ewropayê û wiha got: “Bi taybetî me ji delegasyona Ewropî xwest ku têkildarî zimanê kurdî ji bilî raporên amade dikin, danekirinê deynin ser Tirkiyê û fişaran li ser Tirkiyê pêk bînin. Me van daxwazên xwe eşkere ji wan re got.”   EWIL LI MALÊN XWE PIŞT RE LI KUÇEYÊN XWE    Soner ji bo pêşketina zimanê kurdî bang li her kesî kir û got: “Lazime her kes destekê bide vê xebata me. Em bi piştevaniya nivîskar, rojnameger, zimanzan û hemû beşên civakî dikarin astengkiyên li ser zimanê xwe rakin. Bêzimanî bêwelatî ye. Heke zimanê tune be, welatê me jî tune ye. Em wek gelê kurd divê beriya her tiştî xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê em zimanê xwe fÂerî zarok û neviyên xwe bikin. Lazime em li her qadên jiyanê bi zimanê kurdî biaxivin û xwedî lê derkevin. Em li her kuçe, kolan û tax û gundên xwe bi kurdî bijîn. Bila ewil her kes li mala xwe û pişt re jî li kuçe û kolanên xwe xwedî li ziman derkeve.”    ‘BI TÊKOŞÎNÊ SIYASETA TIRKIYÊ DIKARE WERE GUHERTIN’    Endamê Platformê Bora Balî jî destnîşan kir ku bi nexasim zimanê kurdî ji bo wek zimanê fermî were qebûlkirin berpirsiyaryek mezin dikeve ser milê partiyên siyasî û wiha got: “Nemaze partiyên siyasî û partiya îqtîadrê divê bi awayek cidî nêzî vê mijara zimanê kurdî bibe û gavan biavêjin. Ji bo vê yekê me bi partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn û me ji wan xwest hestiyariyek mezin çê bibe. Di hevdîtinê de helwesta CHP’ê erênî bû. Lê wan jî neyîniyên di siyaseta Tirkiyê de nêrîna xwe anîn ziman. Me ji wan re got bi hevkariya têkoşîna me hûn dikarin siyaseta me biguherînin.”    ‘TENÊ NE PIRSGIRÊKA GELÊ KURD E’    Balî diyar kir ku hikumetê daxwaza hevdîtina wan qebûl nekiriye û wiha got: “Ev meseleya ziman tenê ne pirsgirêka gelê kurd e. Em bi hev re li dewletekê dijîn. Ji bo pêşketin çê bibe divê ew jî gavan biavêjin. Îro ew derfet nebe jî lê wê hevdîtinên me yên daxwazî berdewam bikin. Ev mesele tenê ne li ser milên me ye. Ev mesele hemû Tirkiyê eleqedar dike. Siyaseta Tirkiyê êdî stranek kurdî ya ji rêzê jî dikare terorîze bike. Pêwîste ev feraset ji holê rabe. Ji ber vê yekê jî em dikarin bi gelan re hevdîtin bikin. Di vê mijarê de em jî dikarin destekê bidin wan."   MA / Bêrîvan Altan