Malbata Dokû wê bi komên partiyan ên di Meclîsê dene re hevdîtin bike 2020-02-06 12:06:34 DERSIM - Malbata xwendekara zanîngehê Gulîsan Dokû ya li Dersimê winda bû û di dosyeya lêpirsîna wê de tu pêşketin tuneye, wê biçe Enqerê û bi komên partiyan ên di Meclîsê dene re hevdîtin bike.    Lêgerîna xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ya di 5’ê Çile de li Dersimê winda bû û şûn de carek din agahî jê nehat girtin a li derdora Pira Sari Saltûk Viyadugu dewam bike. Di lêgerîna mehekê de, bi tu awayî şopa Dokû nehat dîtin û bi israr lêgerîna Doku tenê li derdora gula bendavê dewam dike. Binavgerên di xebata lêgerînê de cih digirin, wisan difkirin ku Dokû ne di ava bendavê deye.    Mabata Dokû ya ku xebatên lêgerînê ji nêz ve dişopîne, her tim hevdîtinan bi Midûriyeta Polîsan, Walî û dozger re hevdîtin dikin, lê di van hevdîtinan de jî tu encamên bi dest naxwazin.    MALBAT DIÇE ENQERÊ    Malbata xwendekara zanîngehê Dokû ji ber bêencamtiya di lêpirsîna dosyeyê de wê biçe Enqerê û bi nûnerên komên partiyên siyasî yên di Meclîsê dene re, hevdîtinê bike. Zavayê Dokû Osman Fîlîz derbarê vê biryara malbatê ya girtî de agahî dan û got: “Pêşveçûnek biçûk jî tuneye. Ekîbên lêgerînê bi hejmarek kêm xebatên xwe dewam dikin. Binavger dibêjin ku Gulîstan ne di avê deye. Lê dozger dibêje di avê deye. Niha pêşketinek tuneye. Ji ber vê emê biçin Enqerê û bi komên partiyên siyasî yên di Meclîsê dene re hevdîtinê bikin. Ji ber bûyera aşûtê ya li Wanê rû da, ev rojev hinekê kêm bû. Em niha li benda telefonê ne. Ligel vê yekê Midûriyeta Polîsan got ku wan îfadeyên ZaînalAbarokov û malbata wî girtine. Emê biçin derbarê naveroka wê de hevîtinan bikin.”