Li ser giliyê Qeyûm lêpirsîn li nûçegîhana JINNEWS'ê vebû 2020-02-06 11:29:07   WAN - Li ser giliyê Qeyûmê Bêgirê Ersan Savar, dozger der barê Nûçegîha Jinnewsê Hîkmet Tunç de lêpirsîn da destpêkirin.    Nûçegîhana Jinnewsê Hîkmet Tunç di 13'ê Gulana 2019'an de nûçeya "Sûlava Bêgiriyê ya beramberî 4 milyon û 50 hezar TL pereyî hat pêşkêşkirin terkî qedera xwe hatiye kirin" amade kir û li ser ajansê weşand. Qeyûmê wê demê Ersan Savar ê ku tayînî Şaredariya Bêgiriyê hatibû kirin, bi idiaya 'Ev nûçe bê esil e' gilî kir. Li ser giliyê qeyûm, dozger lêpirsîn da destpêkirin. Piştî lêpirsînê, Nûçegîhana Jinnewsê Hikmet Tunç, li Qereqola Artemêtê îfade da û di îfadeyê de diyar kir ku wê piştî rapora HDP'ê derbarê idiayên "Qeyûm sûlav firotiye" de li ser navê rojnamegertiyê ev rewş kiriye nûçe.