Li goristana bêkesan 267 cenaze hatine definkirin 2020-02-06 09:10:33 MELETÎ – Hat hînbûn ku zarok jî di nav de cenazeyê 267 kesên anîbûn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê, li goristana bêkesan hatine definkirin. Nûnerê MEBYA-DER'ê Yûsûf Bûlût, bang li malbatan kir ku xwedî li cenazeyên xwe derkevin.  Nûnerê MEBYA-DER'ê yê Meletiyê Yûsûf Bûlût, der barê cenazeyên ku di dîrokên cuda de anîne Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê û paşê li goristana bêkesan hatine veşartin axivî.    Bûlût, diyar kir ku her çend malbat ji bo DNA'yê nimûneyê didin, lê belê dîsa jî teşxîskirina wan 3 meh an jî 6 mehan dewam dike û got: "Ji me re dibêjin wê di nav hefteyekê de diyar bibe. Lê belê min qet nedîtiyek di hefteyekê d eteşxîs hatibe kirin". Bûlût, da zanîn ku cenazeyên ku DNA'ya wan û malbatê li hev derdiekvin jî êvarî teslîmî malbatan dikin. Bûlût, got: "Piştî dozgeriyê cenaze teslîmî TEM'ê dikin. Çendî ku tu biryareke dozgeriyê tuneye jî lê TEM dibêje, 'em nikarin di biniya 17.00'an de bidin'. Vê yekê jî bi awayekî kêfî dikin".    BI MEHAN NAYÊN VEŞARTIN    Bûlût, destnîşan kir ku nêzî 2 meh berê 5 cenaze ji Mûşê hatite ATK'yê û got, ji van cenazeyan 4 jê li morgê ne û heta niha tenê cenazeyek teslîmî malbatan hatiye kirin. Li gorî qanûnê divê cenaze di nav 15 rojan de bê definkirin. Lê car heye meh û nîvekê jî didome".    ‘267 CENAZE LI GORISTANA BÊKESAN E'    Bûlût, anî ziman ku herî dawî ji cenazeyên li goristana bêkesan 3 jê teslîmî malbatan hatine kirin û got: "Lê hê jî 267 cenaze li goristana bêkesan e. Nizanim çend malbatan serlêdan pêk aniye. Hin cenazeyên ji hêla Îran û Sûriyeyê ve anîne jî hene. Cenazeyên ji van deran tên nadin malbatên wan. Lê gava malbat were û navnîşaneke li vira bide ber wan, wê çaxê didin. Dibêjin li Sûriyeyê birîndar bûne û gava wan anîne van deran jiyana xw eji dest daane. Em navên van kesan nizanin. Bila malbat bên û ji bo DNA'Yê nimûneyê bidin. Em MEBYA-DER li vira ne, çi ji destê me bê em ê bikin".    MA / Bariş Polat