Doza Qeymeqam Safîturk: Ji bo qeydên dozgeriyê xwestibûn jî gotin xerabe ne! 2020-02-06 09:09:54 MÊRDÎN – Di belgeyên nû yên li dosyeya derbarê kuştina Qeymeqamê Dêrikê Mûhammed Fatîh Safîturk de hatin zêdekirin, hat derpêşkirin ku harddîska ku dozgeriyê ji emniyetê xwestibû xerabeye.  Qeymeqamê Dêrikê Mûhammed Safîturk ku Wezareta Karên Navxweyî ew tayinî Şaredariya Dêrikê kiribû û kiribû qeyûm, di 10'ê Mijdara 2016'an de li odeya xwe ya meqamê hatibû kuştin. Piştî kuştina Safîturk doz hatibû vekirin û dosyeya wî ji Dadgeha Îstiafê ya Dîlokê re hatibû şandin. Di danişîna li Daîreya 3'yan a Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê de, belgeyên nû hatin şandin.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, berê ji emniyetê qeydên 155'an a Navenda Nûçeyan xwestibû. Lê belê hat derpêşkirin ku di belgeyên hatine şandin de qeydên ku dozgeriyê xwestine tunene. Di dosyeyê de hatiye gotin: "Komputera Dûmanê ku qeydên 155'an tê de hene, ji ber arîzeyek hardîdîskê rûxiyaye, ji bo daneyên tê de bên xelaskirin ji Midûriyeta Şaxa Sûcên Sîberê ya Mêrdînê re hatiye şandin. Piştî li vir jî tiştek nehatiye kirin ji Midûriyeta Laboratûvaran a Polîsan a Amedê re hatiye şandin. Li vira derketiye holê ku beşa xelaskirina daneyan hatiye girtin. Lewma qeydên hatine xwestin nehatine şandin".    Saîme Ateş Mesûtoglû ku ji ber vê dosyeyê 4 mehan girtî ma, agahiyên nû yên di ewraqan de nirxand. Mesûtoglû, bibîr xist ku niha ji ber vê dosyeyê tenê kesek girtiye ew jî hevjînê wê Şerîf Mestoglû ye. Mesûtoglû, got: "Di vê dosyeyê de her tiştên di rastiyê derxînin holê xera ne. Berê jî gotibûn telefona qeymeqam nehatiye vekirin û neşandibûn. Her wiha me xwest dîmenên kamerayên şaredariyê bên şandin, ji bo vê jî gotibûn kamera xerabe ne û neşandibûn. Kaxeza nîşeyan ku tê diyarkirin di hêwirgeheke PKK'yiyan de bi dest ketiye û ji ber vê ceza li hevjînê min hatiye birîn jî orîjînala wê nehatiye dîtin. Tenê li ser fotokopiyê lêkolîn kirine û îdia kirin ku ev aîdî hevjînê min e. Yanî her tiştên ku dê dosyeyê zelal bike xerabe ne. 227 roj in hevjînê min ji bo darizandineke adil di greva birçîbûnê de ye. Em dixwazin êdî rastî derkeve holê".    MA / Ahmet Kanbal