Rêz û ristên pirtûka Mehmet Tûnç û Bêkes tev sûc hatine hesibandin 2020-02-06 09:09:21 QERS - Pirtûka bi navê "Mehmet Tûnç û Bêkes" a siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak hatibû qedexekirin. Lê belê vê carê jî piştî qedexekirina pirtûkê, der barê Alinak de doz hat vekirin.  Pirtûka bi navê "Mehmet Tûnç û Bêkes" a siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak hatibû qedexekirin. Lê belê vê carê jî piştî qedexekirina pirtûkê, der barê Alinak de doz hat vekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Stenbolê, îdianameya ku bi îdiaya "propgandaya rêxistinê" û "kêmxistina dewleta Komara Tirkiyeyê" der barê Alinak de hatibû amadekirin qebûl kir. Di îdianameyê de nivîsên di pirtûkê de hemû sûc hatine hesibandin.    Alinak ji bo doza navbirî got: "Hîtler, Mûsolînî û Seddam jî dijminê pirtûkan bûn. Di dîrokê de tim û tim dîktator dijminê fikra azad û pirtûkan e. Çimkî ji rastiyê ditirsin, naxwazin gel hay ji rastiyê hebe. Baş dizanin wê nikaribin gelekî serwext dîl bigirin. Lewma ji pirtûka Mehmet Tûnç û Bêkes ditirsin. Heger dewletê bixwesta bêyî ku dilopek xwîn jî biherike dikaribû meseleyê ehl bikirana. Lê nexwet. Çimkî dixwest bi rûxandin û şewitandina bajaran kurdan çavtirsandî bike. Pirtûka Mehmet Tûnç û Bêkes, tarîtiyê ronî dike û sûcdaran û wê dafika bexîl deşîfre dike. Sedema hêrsa ji bo pirtûkê jî ev e. Hêrseke wiha ye ku der barê pirtûkê de sê doz vekirine. Bi dozên der barê pirtûkê de êdî tîr ji kevanê derket. Wê dosyeyên li Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Hezex, Gever û bajarên din ji nû ve bên vekirin. Çend roj şûn de ez ê xebateke dorfireh bidim destpêkirin. De haydê!"    MA / Adnan Bîlen