Doç. Dr. Selçûk: Me ji erdhejan tecrûbe negirtiye 2020-02-06 09:08:47 WAN - Doç. Dr. Azad Saglam Selçûk, diyar kir ku li herêma Gola Wanê bi taybetî jî li xeta fayê ya Ermîşlerê voltajeke ecêb heye û got, hê jî ji erdhejên pêk hatine tecrûbe nehatine girtin.  Midûrê Navenda Lêkolîna Erdhejê ya Zanîngeha Wanê Doç. Dr. Azad Saglam Selçûk, rîska erdhejê ya bajêr û tiştên divê beriya erdhejê bên kirin bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kirin.    'LI VÊ HERÊMÊ 30 SALAN CAREKÊ ERDHEJ ÇÊ DIBE'    Selçûk, destnîşan kir ku li herêma Gola Wanê 30 salan carekê erdhejeke mezin çê dibe û got: "Gava em li hewza Gola Wanê mêze dikin, em dibînin ku ji bakurê wê heta Çildiranê, ji başûrê wê jî heta Şax û Colemêrgê erdhejên mezin çê bûne. Ji erdheja Elbakê ya sala 1908'yî, erdheja Erdîşê ya sala 1945'an, erdheja Çildiranê ya sala 1976'an û heta erdheja Wan û Erdîşê ya 2011'an 30 salan carekê erdhej çê bûne. Di van erdhejan de gelek eks jiyana xwe ji dest dane û mal û milkên wan ji dest çûne. A rast tişta em jê re dibêjin erdhej, ne karesateke xwezayî ye. Erdhej bûyerek xwezayê ye. Lê a ku vê yekê dike karesat çi ye? Gava can û mal biçin em jê re dibêjin karesat".    ‘VOLTAJEKE ECÊB HEYE'    Selçûk, destnîşan kir ku li herêmê hê jî gelek fayên çalak hene û got: "Faya Çildiranê ji sala 1976'an ve erdhej çê kiriye û di xebatên hatine kirin de dixuyê ku fay çalak e. Li başûrê wê faya Erdîşê heye. Faya Erdîşê hê çalaktir e. Li başûrê wê jî faya Ermîşlerê heye. Dîsa li başûrê wê faya Alakoy, Yenîkoşk û faya Tabanli an jî faya Wanê heye ku di sala 2011'an de bû sedema erdhejê. Gava em hîn bêtir bi başûrê wê ve biçin em leqayî faya Beyuzumu û li başûrê vê jî faya Payîzavayê heye. Faya elbakê, faya Geverê û Şemzînanê jî heye. Ev fay fayine ku rîska wan î erdhejê çê bikin zêde ye. Heger ji van fayan tenê di yekê de jî erdhej çê bibe wê karesateke mezin rû bide. Helbet em nizanin wê erdhej kengî çê bibe. Li herêma Gola Wanê car carinan hin erdhej çê dibin. Lê bi taybetî jî li herêma Ermîşlerê (taxeke navçeya Tûşbayê ye) voltajeke ecêb heye. Her wiha di faya Beyuzumuyê û Payîzavayê de jî voltajek heye".    Selçûk, destnîşan kir ku ji erdhejên pêk hatine tecrûbe nehatiye girtin û got: "Erdhejên hewzeya ku Tetwan, Exlat, Elbak û Erdîş tê dde ne erdhejine mezin bûn. Erdheja herî mezin a Çildiranê bû ku di sala 1976'an de pêk hatibû. Li gorî hejmaarên fermî 4 hezar û 938 kesî jiyana xwe ji dest daye. Her wiha erdheja sala  2011'an jî wiha bû. Li Wan û Erdîşê 644 kesî jiyana xwe ji dest dabû. desr ji van karesatan hatin girtin? Na. Mixabin ji sala 1976'an heta niha tu ders nehatine girtin".    'DIVÊ AVAHIYÊN XESARDÎTÎ BÊN XERAKIRIN'    Selçûk, destnîşan kir ku divê avahiyên ku piştî erdheja Wanê xesar dîtine bên xerakirin û got: "Niha li Xarpêtê piştî erdhejê avahiyên xesardîtî giş tên xerakirin. Ev tiştekî rast e. Di sala 2011'an de li Wanê erdhejeke pileya wê 7.3 pêk hat. Gelek avahiyên xesardîtî hene. Lê em vana paşguh dikin. Tişta talûke ev e. Dibe ku li Wanê ji nişkave erdhejek çê bibe. Îjar tişta girîng, em ji bo vê amade bin. Divê tenê bi gotinan tevdîr neyên girtin".    MA /  Cemîl Ûgûr