ROJEVA 6'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-06 09:00:09 * Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu, der barê yekitiyê de diyar kir ku divê ji yekitiya neteweyî herî zêde jinên kurd pêşengtiyê bikin û peywîrê hildin ser milê xwe. * Cenazeyê Erhan Olçen ê HPG’yî ku di operasyona eskerî ya li Licê de jiyana xwe ji dest dabû, 95 roj in li morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ye.   * Doç. Dr. Azad Saglam Selçûk, diyar kir ku li herêma Gola Wanê bi taybetî jî li xeta fayê ya Ermîşlerê voltajeke ecêb heye û got, hê jî ji erdhejên pêk hatine tecrûbe nehatine girtin.    * Pirtûka bi navê "Mehmet Tûnç û Bêkes" a siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak hatibû qedexekirin. Lê belê vê carê jî piştî qedexekirina pirtûkê, der barê Alinak de doz hat vekirin.    * Di belgeyên nû yên li dosyeya derbarê kuştina Qeymeqamê Dêrikê Mûhammed Fatîh Safîturk de hatin zêdekirin, hat derpêşkirin ku harddîska ku dozgeriyê ji emniyetê xwestibû xerabeye.    * Hat hînbûn ku zarok jî di nav de cenazeyê 267 kesên anîbûn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê, li goristana bêkesan hatine definkirin. Nûnerê MEBYA-DER'ê Yûsûf Bûlût, bang li malbatan kir ku xwedî li cenazeyên xwe derkevin.    * Stenboliyan, ji ber fiyetên tim tên bihakirin gilî û gazind kirin û gotin: "Ji krîz neyê dîtin divê mirov kor be".    * Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, destnîşan kir ku armanca pêşnûmaya AKP'ê, qeyûm tayînî rojavayê welat bike û got, di serî de Stenbol û bi giştî gelek şaredarî di hedefê de ne.    * Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengiz Çiçek dê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê bi boneya balê bikişînin ser çalakiya rojiya mirinê ya endamên Grup Yorum, dê li avahiya patiyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   *Platforma Parastina Hevselê, dê têkildarî rewşa Baxçeyên Hevselê li Şaxa Egitim Sen a Hêjmar 1  daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Danişîna doza polîs A.E., yê ku di qedexeya Sûrê de zaroka 12 salî Helin Hasret Şen kuşt dê li Edliyeya Amedê bê dîtin. (09.00-16.00)