Midûrê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk dîsa hat binçavkirin 2020-02-05 23:20:48     STENBOL - Îro Midûrê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk, gava ji bo hevdîtina nûçeghanê me yê girtî çûbû Girtîgeha îlîvriyeyê hatibû binçavkirin û paşê hatibû berdan. Îro danê êvarî polîsan dîsa Çelîk binçav kir.    Midûrê Karên Nivîsan ê Ajansa me ya Mezopotamya Ferhat Çelik, dema ji bo ziyareta Nûçegîhanê Mezopotamya Sadik Topaloglu çû Girtîgeha Sîlîvîr ya Hêjmar 5, li girtîgehê hat binçavkirin. Çelik, bi hinceta ji ber nûçeyek çêkiriye der barê wî de biryara girtinê hatibû dayîn û xwestin îfadeya wî bigirin. Çelîk piştî li Miduriyeta Polîsan a Sîlîvrî îfade da, 3 saet şûnde birin Edliyeya Sîlîvrî û li vir îfade da. Çelîk bi rêya SEGBİS'ê îfade da Dozgerê Komarê yê Mêrdînê. Çelik ji ber nûçeya wî ya di 6'ê Çileya 2019'an de hatibû weşandin û li ser walî, cendirmeyan, fermandarê alayê nûçe çêkiribû û li ser giliyê Serokê Komeleya Çand û Perwerdehiyê ya 1071'an Murat Kırmızioglu doz lê hatibû vekirin. Çelîk piştî îfade da dozgeriyê diyar kir ku nûçe li ser esasê azadiya raman û îfadeyê çêkiriye û sûc nekiriye. Çelîk, piştî îfade da serbest hat berdan.    Lê belê danê êvarî polîs dîsa çûn mala Çelîk û ew binçav kirin. Polîsan bi hinceta "îfadeyeke Çelîk heye" ew binçav kirin û birin Qereqola Polîsan a Ferîkoyê.