Îdîaya li Kobanê 2 leşker hatin kuştin 2017-12-13 15:54:34 RIHA  - Endamên YPG û YPJ'ê, li leşkerên TSK'ê yên xwestin li ser sînorê Aşmê rê çêkin û derbasî mile Rojava bibin dan. Di şer de hat îdîakirin ku 2 leşkerên TSK'ê hatin kuştin.    Leşkerên girêdayî TSK'ê li ser sînorê Tirkiye û Rojava rê çêkirin û xwestin derbasî Rojava bibin. Leşkeran di saetên sibê de li ser sînorê Kobanê, li herêma gundê Aşmê hewl da rê çêkin û derbasî Kobanê bibin. Li ser vê yekê endamên YPG û YPJ'ê yekser mudaxele kirin û şer derket. Li gori agahiyên hatin destxistin 2 leşkerên TSK'ê hatine kuştin. Di êrîşê de maşîna zirxî jî hat rûxandin. Hejmarek ne diyar jî brîndar hene.   Duh êvarê jî li heman herêmê leşkerên TSK'ê gule avêtin endamên YPG-YPJ'ê. Li ser bersivdanê şer derket.