Li Balafirgeha Sabîha Gokçenê balafirek ket xwarê 2020-02-05 19:08:41   STENBOL - Li Balafirgeha Sabîha Gokçenê, balafireke Pegasûsê gava dadiket ket xwarê. Wezîrê Gihaniyê Mehmet Cahît Tûrhan, got: "Heta niha kes nemiriye. Birîndar hene". Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya jî daxuyand ku 52 kes birîndar bûne. .    Balafirgeha Pegasûsê ya ku ji Îzmîrê hat Stenbolê, gava li Balafirgeha Sabîha Gokçenê dadiket ketiye xwrê. Tê gotin ji ber şiliyê balafirgeh ji pîstê derketiye û bûye 3 perçe. Polîs û ekîbên îtfaiyeyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat diyarkirin ku gava balafir perçe bûye agir pê ketiye û komên îtfaiyeyê yên sewqî cihê bûyerê hatine kirin agir tefandine û rêwiyên di balafirê de tahliye kirin.   Wezîrê Gihaniyê Mehmet Cahît Tûrhan, diyar kir ku 177 rêwî di balafirê de hebûne û got: "Niha komên me rêwiyan tahliye dikin. Heta niha kes nemiriye. Birîndar hene".    Her wiha Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya jî daxuyand ku 52 kes birîndar bûne. .    Serdozgeriya Komarê ya Anadolûyê der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.   Her wiha Balafirgeha Sabîha Gokçenê jî ji bo demekê hat girtin.