2 HDP’yî piştî 3 mehan hatin berdan 2020-02-05 15:43:20   AMED – Li Amedê 2 HDP’yî yên di mijdara 2019’an de ji ber beşdarî çalakiyek protestoyê bûn hatibûn girtin, piştî 3 mehan hatin berdan.    Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi armanca şermezarkirina êrişên Tirkiyê yên li dijî Rojava di 4’ê mijdara 2019’an de daxuyaniya çapemeniyê li dar xistibûn. Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê yê HDP’yî Yusuf Ziya Yavûz û şêwirmenda Parlamentera HDP’ê Dersim Dag, Leyla Akgul hatibûn binçavkirin û pişt re jî hatibûn girtin. Danişîna ewil a doza Yavûz û Akgul ku bi angaştên “endamên rêxistinê ne” û “li dijî polîsan derketine” dihatin darizandin li Dadgeha Amedê hat lidarxistin. Yavûz û Akgul û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn.    Piştî tespîta nasnameyan, Yavûz û Akgul parastina xwe kirin û berdan û berata xwe daxwaz kirin. Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û xwestin bên berdan.    Dozger xwest girtina her du HDP’iyan jî bidome. Heyeta dadgehê biryara berdana Yavûz û Akgul da. Danişînek din taloqî dîrokek pêş hat kirin.