Parêzerên ÇHD’î dest bi greva birçîbûnê kirin 2020-02-05 14:47:08   STENBOL - Parêzerên ÇHD’î yên girtî, ji bo mafê wan ê darizandinê bê parastin û gelek mafên wan ên bingehîn bê qebûlkirin dest bi greva birçîbûnê kirin.    Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçuk Kozagaçli, endamên komeleyê Aycan Çiçek, Aytaç Unsal, Barkin Timtîk, Ebru Tîmtîk, Engîn Gokoglu, Ayşegul Çagatay û Oya Aslan ji bo mafê xwe yên darizandinê û mafên din ên rewa biparêzin, li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin. Parêzeran diyar kirin ku Mustafa Koçak û endamê Grup Yorum Îbrahim Gokçek û Helin Bolek bi armanca mafê xwe yê adîl bê parastin dest bi greva birçîbûnê kirin. Parêzeran anîn ziman ku mafê muwekilên wan mafên rewa ye û daxwazên muwekilê wan daxwazên wan bi xwe ye."