Rapora cendirmeyan: Berkîn Elvan kesê dawî yê bi qusûr e 2020-02-05 14:22:13 STENBOL - Danişîna doza kuştina Berkin Elvan ê ji aliyê polîsan ve hat kuştin hat dîtin. Di rapora ku cendirmeyan amade kir de Bekîr Elvan wekî ‘Kesê bi qusûr ê herî dawî' hat pênasekirin.  16'emîn Danişîna doza kuştina Bekir Elvan ê polîsan di 16'ê Hezîrana 2013’an ew kir hedef û gule berda serê wî û li nexweşxaneyê di 11'ê Adara 2014’an de jiyana xwe ji dest da, li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Parlamenterên HDP'ê Zeynel Ozen, Dilşat Canbaz Kaya, dayika Elvan Gulsum Elvan, bavê Elvan Samî Elvan, dayika Ethem Sarısuluk Sayfi Sarisuluk, dayika Alî Îsmaîl Korkmaz Emel Korkmaz û gelek kesên din tev li danişînê bûn. Bersûc Fatîh Dalgali bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn. Dozger Canel Ruzgar, dosya pêşkêşî heyeta dadgehê kir û diyar kir ku ji sedî 90 temam bûye. Ruzgar parast ku 3 kesên nehatine guhdarkirin ji doza FETO tên darizandin û niha fîrar in.    Parêzera malbata Elvan Prz. Çigdem Akbulut, rapora kesên zana û raporên din xwend. Parezer Akbulut, diyar ku cihê Berkîn lê hat kuştin kolanek aram bû û li wir pevçûn tune bû. Akbulut rapora dawî ya cendirmeyan jî xwend û got: Li gorî rapora cendirmeyan Elvan kesê bi qusûr ê dawî ye. Ev yek ne pêkan e.      Parêzera malbatê Prz. Can Atalay jî anî ziman ku di keşîfa sala par de hat diyar kirin ku polîsan mudaxaleyî cendirmeyan kiriye û bêqusûrbûna Elvan di raporê Wezareta Karên Hundir de jî xuya dibe. Atalay, anî ziman ku rapora dawî nîşan dide ku bi destê Wezareta Karên Hundir dixwazin delîlan reş bikin. Atalay, da zanîn ku piştî gule berdan Elvan kesên bi hawara Elvan çûn jî li ser wan gule hatin reşandin.    Heyeta dadgehê piştî li îfade û parastinan guhdar kir danişîna dozê taloqî 11'ê Adarê roja ku Elvan jiyana xwe ji dest daye kir. Li ser îtîraza parêzeran heyetê doz taloqî 18'ê Adarê kir.      Piştî danişînê prz. Can Atalay, daxuyanî da û diyar kir ku li Ramallahê zarokek ji ber ji Ramallahê ye ne bi qusûr e. Li Amedê ji ber zarokek ji Rezan e ne bi qusûr e. Li taxa Çayan zarokek ne bi qusûr e. Ew jî bi qasî Suleyman Soylu welatî ye. Em edaletê dixwazin.    BILA HESAP BÊ PIRSÎN   Bav Sami Elvan  jî anî ziman ku ev doz ne ya wan tenê ye û wiha got: "Birîna me pir kûr e. Lê em êşê di dilê xwe de vedişêrin. Divê em bi hevre têbikoşin. Danişîna 18'ê Adarê pir girîng e. Divê ev bi girseyî be. Ger ku ev kujer ceza bixwe em kêfxweş nabin. Em dixwazin jiyanekê rizgar bikin. Em dixwazin hiqûq û edalet cihê xwe bibîne. Em edaletê dixwazin.b    Dayika Elvan Gulsum Elvan jî anî ziman ku rapor kurê wê wekî bi qusûr nîşan dide û wiha got: "Bila her tişt wekî wan be. Lê zarokekî 14 salî dê çawa xwe biparêze. Çawa ku kujerên Ethem ceza nekirin dê kujerê kurê min jî ceza nekin. Kujerê Alî Îsmail wekî kesê mexdûr anîn pêş me. Ez wekî dayikekê kurê xwe dixwazim. Em zarokên xwe dixwazin.