Li Bismilê endamên meclîsa şaredariyê hilnedan civînê 2020-02-05 13:32:42 AMED – Endamên Meclîsa Şaredariya Bismilê yên HDP’yî ku xwestin beşdarî civîna meclîsê bibin hilnedan civînê. Di meha mijdara 2019’an de hevşaredarên HDP’yî yên Bismilê Orhan Ayaz û Gulşen Ozer ji wezîfeyê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna hatibû kirin. Ji meha cotmehê ve qeyûm şaredariya Bismilê birêve dibe. Her meh civîna meclîsa şaredariyê tê lidarxistin. Endamên Meclîsa Şaredariya Bismilê yên HDP’yî xwestin vê sibehê biçin beşdarî civînê bibin çûn şaredariyê. Polîsan destûr neda HDP’iyan bikevin hundir û wan hilnedan civînê. Daxwaza HDP’iyan a girtekê bigirin jî nehat qebûlkirin û li ser vê yekê piştî demek li ber şaredariyê man belav bûn.