Aşûta duyemîn hat xwarê: 23 kes mirin 2020-02-05 13:17:49   WAN – Li Miksê duh êvarê aşût bi ser rêwiyan de hatibû. Îro jî aşûta duyemîn bi ser ekîba li 2 kesên di bin aşûtê de mabûn digeriyan hat. Gelek kes di bin aşûtê de man û heta niha 23 kesên di bin aşûtê de man jiyana xwe ji dest dan.  Lêgerîn didome.    Li ser rêya Wan û navçeya wê Miksê duh aşût bi ser dolmîşa rêwiyan ve hatibû û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû. 6 kes jî bi saxî hatibûn derxistin. Hatibû zanîn ku 2 kes di bin aşûtê de mane û li herêmê xebatên dîtina wan dihat kirin. Dema yekîneyên rizgarkirinê bi hawara kesên di bkin aşûtê de mane diçûn, aşûta duyemîn bi ser ekîba lêgerînê de hat. Gelek kes di bin aşûtê de man. Li gorî agahiyan hat diyar kirin ku 50 kes di bin aşûtê de man û 25 kes hatine rizgarkirin. Li gorî rayedaran heta niha 23 kesan ji yana xwe ji dest dan. Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez, têkildarî bûyerê agahî dan û got: "Di encama aşûtê de 8 esker, 3 cerdevan, 3 karkerên agirkujê û 9 sivîl bi giştî 23 kesan jiyana xwe ji dest dan. Walî Bilmez, anî ziman ku lêgerîna wan didome.