Dayika têkoşer Emetullah Guzel jiyana xwe ji dest da 2020-02-05 13:12:12   AMED – Dayika bi navê Emetullah Guzel a 85 salî ku di têkoşîna demokrasiyê ya gelê kurd de li refên pêş cih digirt jiyana xwe ji dest da.    Dayika bi navê Emetullah Guzel a 85 salî ku di têkoşîna demokrasiyê ya gelê kurd de li refên pêş cih digirt, li malê rewşa wê giran bû û jiyana xwe ji dest da. Ev mehek bû dayika Guzel nexweş bû. Cenazeyê Guzel li Goristana Elîparê ya Amedê hat veşartin.    Kurê dayika Emetullah Guzel, Îbrahîm Guzel di sala 1993’an de beşdarî PKK’ê bû. Piştî lawê wê beşdarî PKK’ê bû, dayikê di têkoşîna gelê kurd de rolek çalak leyîst û li her çalakiyên li Amedê cihê xwe digirt. Kurê dayika Guzel, di sala 1996’an de jiyana xwe ji dest da. Gora lawê dayikê nebû û bi salan li benda agahiya ku gora wî were dîtin ma.    Serdanên sersaxiyê li Mala Şînê ya Elîparê tên qebûlkirin.