Rêya 358 gundan hatiye girtin 2020-02-05 13:06:18   NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber barîna berfê rêya 358 gundên bajarên herêmê li çûnehatê hat girtin.    Ji duh ve li bajarên wek Êlih, Sêrt, Çewlig û Şirnexê barîna berfê didome û bandora neyînî li ser jiyanê dike. Ji ber barîna dijwar a berfê li Çewligê rêya 252 gundan, li Êlihê rêya 76 gundan, li Sêrtê rêya 21 gundan û li Şirnexê rêya 9 gundan bi giştî rêya 358 gundan li çûnehatê hat girtin. Hat zanîn ku li van gundan ekîbên girêdayî Îdareya Taybet a Bajaran rêya gundan vedike.