Yuksekdag ji şandeya navneteweyî re name şand 2017-12-13 15:34:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ji şandeya navneteweyî re name şand û wiha got: "Ez bawer dikim ku di nava azadî, demokrasî û aştiyê de, ez ê li Tirkiyeyê we pêşwaziyê bikim."   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya berê Fîgen Yuksekdag ji Girtîgeha Hêjmara 1 a  Tîpa F a Kandirayê ji şandeya navneteweyî ku tevlêbûna wan a danişînê hat astingkirin re, nameyek şand.   ‘HEVGIRTINA WE MIROV XURT DIKE’   Nameya Yuksekdag a ku ji Girtîgeha Hêjmara 1 a Tîpa F a Kandirayê şandî wiha ye:   ‘’Dostên ezîz,   Beriya her tiştî li ser navê hevalên xwe yên girtî we silav dikim û hêvîdarim ku hûn baş bin. Di danişîna xwe de ya ku piştî 13 mehên di rewşa girtî de pêk hatî her çendî min hûn nedîtibin jî, min hebûna we ya biryardar û hevgirtînê li cem xwe hîs kir. Bi biryareke neheq nehiştin hûn beşdarî danişîna min bibin. Li ber dadgehê hûn hatin hiştin. Ez li ser navê welatê xwe bi vê êşiyam. Li gel vê jî, gelê me yê ku asteng kirin werin hêwanê û hevalên me yên partiyê li ber avahiya dadgehê-kampûsa girtîgehê bi biryardarî sekinin in, hebûna we ez gelek şad û bextewar kirim.   Mixabin ku li welatê me siyaseta demokratîk û mirovî li cem mirovên siyasetmedar ne hêsan e. Lê bawer dikim ku rojekê teqez ne li ber deriyên dadgehan, ne li hêwanan, dinava azadî, demokrasî û aştiyê de li Tirkiyeyê ez ê we pêşwazî bikim. Ev bawerî, armanc û hevalên min xurt dike. Hevgirtina we jî hêza me geş dike. Ji bo hebûna we malî ava. Bi hezkirin we hembêz dikim, dengê we bigihije her kûderê dixwazim ku hûn silavên min bigihîn in.’’