Bersûcên tecawizî 4 zarokan kiribûn hatin berdan 2020-02-05 12:26:48 RIHA – Li Serêkaniyê 5 kes ji ber tecawizî 4 zarokan kirine û fihûşê li wan ferz kirine doz li wan hatibû vekirin û danişîna dozê hat lidarxistin. 4 bersûcên ji dozê girtî dihatin darizandin jî hatin berdan. Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê tacawizkar A.B., C.H., M.Y., M.A., û M.B. di sala 2018’an de tecawizî zarokên bi navê S.A., E.A., S.A. û L.Y. ên temenê wan di navbera 15 û 17’an de diguherin kiribûn û fihûşê li wan ferz kiribûn. Bi sûcên “Kes ji azadiya wê/wî bêpar hiştin” û “Îstîsmara cinsî ya biwesf li zarokan kirine” derbarê her 5 tecawizkaran de doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Wêranşarê hat lidarxistin. Bersûc M.A., A.B., C.H. û A.Y. ên ji nîsana 2018’an ve li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê girtî ne bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. bersûc M.B. ê negirtî tê darizandin beşdarî danişînê nebû.    Piştî tespîta nasnameyan bersûcan parastina xwe kir û sûcdariya derbarên xwe de red kirin û xwestin bên berdan û beratkirin.    Parêzerên zarokan jî dan zanîn ku bersûc dixwazin bi van beyanan ji sûcê kirine rizgar bibin û xwestin bi awayê herî giran werin cezakirin.    Heyeta dadgehê, mudaxîliya Komîsyona Mafên Jinan û Zarokan a Baroya Rihayê ya dosyeyê jî red kir.    Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û bêyî tu hêncetê diyar bike, biryara bersûc M.A, A.B., C.H. û A.Y. ên girtî werin berdan da û qedexeya derketina derveyî welat danî ser wan.    Danişînek din taloqî 23’ê îlonê hat kirin.