Dayika Helîn Bolek: Bila keça min bijî... 2020-02-05 12:15:29   STENBOL - Dayika Endama Grûp Yorûmê Helîn Bolek ku di rojina mirinê de ye û rewşa wê her ku diçe nebaş dibe Aygul Bilgî, têkildarî rewşa keça xwe ev tişt got: "Deqe bi deqe ji destê me diçin. Li ber mirinê ne zarokên me. Heke min bawer bikira li pişt Çiyayê Qaf çareseriyeke heye, ez ê biçûma wir, tenê bila keça min bijî."    Çalakiya greva birçîbûnê ku paşê wergeriya rojiya mirinê ya endamên Grûp Yorûmê didome. Çalakiya Helîn Bolek di roja 230'an de berdewam dike. Rewşa Bolek roj bi roj ne baş dibe. Dayika Bolek Aygul Bîlgî ku deqe deqe şahidiya helandina keça xwe dike, têkilarî rewşa keça xwe ji ajansa me re axivî. Bilgî, diyar kir ku naxwaze keça wê bimire û ev tişt got: "Deqe bi deqe ji destê me diçin. Li ber mirinê ne zarokên me. Heke min bawer bikira li pişt Çiyayê Qaf çareseriyeke heye, ez ê biçûma wir, tenê bila keça min bijî."    Bîlgî, ji bo bihistina dengê keça wê daxwaz kir ku piştevaniya çalakiya wê bê zêdekirin.