Koçyîgît: Divê gotina ewil rakirina tecrîdê be 2020-02-05 09:45:21 AMED - Parlementera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku divê li dijî xizanî, komkujiya jinan, betalî, komkujiya xwezayî gotina wan a ewil rabûna tecrîdê be û got: "Hişmendiya şer bi tecrîdê xwe dide ferz kirin." 21 sal di ser anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê re derbas bû. Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta 2’yê Gulana 2019’an nekarî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Her çendê dem bi dem bi malbatê re hevdîtin hat kirin jî, lê ji 7ê Tebaxa 2019'an heta niha destûrê nadin hevditinan.    Piştî 8 salan di encama greva birçîbûnê ya ku Hevseroka Kongera Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven dest pê kir û belavî hemû girtîgehan bû, 5 caran hevdîtin bi Ocalan re pêk hat.  Lê piştî 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve hemû serlêdanên parêzerên Ocalan bê bersiv tên hiştin.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û bandora tecrîdê ya li ser Rojhilata Navîn nirxand kir.  Koçyigît, destnîşan kir ku polîtîkayên hikumeta AKP-MHP’ê ya der barê çareserî û muzakareya pirsgirêka kurd veguherîn şer û ev jî bû sema tecrîda li ser Abdullah Ocalan.   ‘TECRÎD NEHATIYE ŞIKANDIN’   Koçyîgît, bibîrxist ku tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 5'ê Nîsana 2015’an de dijwar bû û wiha axivî: “Car caran hevdîtin pêk hatin lê ew jî piştî berxwedanan pêk hatin. Tecrîd hêj nehatiye şikandin. Dibin asteng ku dengê wî bigihe civakê. Divê mirov nefikire ku ev tecrîd tenê têkildarî birêz Ocalan e. Esas ev di pirsgirêka kurd de ji bo cihê hikumeta AKP-MHP’ê nîşandanê girîng e. Esas ev rastiya hikumeta AKP’ê ya ku her roj ji maf û azadiyan dûr dikeve xesp dike û şer ji maf û azadiyên bingehîn re vekirî dide nîşandan.”   ‘AKP BI TECRÎDÊ DESTKEFTIYÊN KURDAN TUNE DIKE’   Koçyîgît, anî ziman ku di meseleya hemwelatbûyîna pirsgirêka kurd de lazim e AKP bi rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan gavan bavêje û wiha axivî: “AKP dixwaze bi tecrîdê destkeftiyên kurdan desteser bike. Divê em tecrîdkirina Brêz Ocalan weke qedexekirina hevdîtinekê nebînin. Em vê nikarin ji perçeyên Kurdistanê yên din cuda bifikirin. Em nikarin ji polîtîkayên derve yên AKP’ê, ji siyaseta Suriyê, bi taybetî mudahalekirina Bakûr û Rojhilatê Suriyê, ji operasyona Efrînê, ji daxwazên kurdan ên qada navneteweyî, bi taybetî piştî statuya muhtemel a Şoreşa Rojava ya ku li Suriyê pêk hatî cuda bibînin.”   ‘HIŞMENDIYA ŞER TECRÎDÊ PÊŞ DIXE'    Koçyîgît, destnîşan kir ku bi tecrîdê şer ferz dikin û wiha axivî: “Hişmendiya naxwaze pirskirêka kurd çareser bike, li tevahiya Tirkiyeyê azadiyê bi sînor dike. Dixwazin rêveberiyeke destpotîk ava bike. Ji ber vê yekê tecrîd weke kaxiza turnosolê ye. Ji bo ku em cewhera pergalê fêm bikin ev nîşaneyeke bingehîne.”   ‘MAF Û AZADÎ TUNE TÊN HESIBANDIN’   Koçyîgît, da zanîn ku niha li Tirkiyeyê dixwazin pergala faşîzmê ava bikin û wiha berdewam kir: “Ji ber ku hiqûq û Destûra Bingehîn hatiye cemidandin. Maf û azadiya bingehîn tune tê hesibandin. Bi tecrîda Birêz Ocalan dixwazin tecrîdê li hemû beşên civakê bi sepînin. Ev yek dibe şer, fîşek, tank, xizanî, penaberî li welatiyan vedigere." Koçyîgît, diyar kir ku heke di vî welatî de xizanî hebe di bingeha wê de polîtîkayên şer hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di bingeha polîtîkayên şer de jî tecrîdkirina Ocalan heye. Ji ber ku hewldaneke baş, niyeteke baş were nîşandan Birêz Ocalan dibê ‘ez ê di hefteyekê de pirsgirêka kurd çareser bikim.’ Heke li dijî gotineke wisa tecrîdek hebe wê demê ev welat naxwaze bigihe aşitiyê. Şer û tundî di xizmeta hinek kesan de ye. Di bê statubûyîna kurdan de berjewendiya hinek kesan heye. Ji ber wê yekê ev pirsgirêka pergalê ye. Em nikarin tenê bi AKP û MHP’ê vê şirove bikin li pişt vê hêzên navnetewî û yên heremî hene.”   ‘TECRÎT LI SER HEMÛ GELAN E’   Koçyîgît, bilêvkir ku bi biryara hemû hêzan Tirkiyeyê ji demokratîkbûnê hatiye dûrxistin û got: “Ne tenê AKP-MHP, Îran, Îrak, Suriye û hemû hêzên navneteweyî li dijî statubûyîna kurdan in. Tecrîd li ser hemû gelan tê ferzkirin. Heke em li dijî xizanî, komkujiya jinan, bêkarî, komkujiya xwezayî ji bo ked, çand û ziman têbikoşin gotina me ya ewil divê rabûna tecrîdê be. Divê em ji polîtîkayên tecrîdê re bêjin na. Ev sekneke me hemûya  ya ehlakî ya polîtîk a mirovî û wicdanî ye. Ger li vî welatî mafê mirovekê binpê bibe, nîşaneya binpêkirina mafê her kesî ye. Divê em hemû li dijî tecrîdkirina Ocalan dengê xwe bilind bikin. Em hemû li maf, azadî, demokrasî û aşitiyê xwedî derkevin."    MA / Fahrettîn Kiliç - Arjîn Dîlek Oncel