Li Girtîgeha Kayseriyê her tişt qedexe ye! 2020-02-05 09:20:02 MÊRDÎN – Ramazan Acarê ku ji Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Kayseriyê hat berdan, anî ziman ku 2 sal in girtiyên ku muayeneiya bi hawayê kelemçekirî qebûl nakin nayên tedawîkirin û bal kişand ser binpêkirinên mafên ên din.  Ramazan Acarê ku çend roj berê ji Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Girtîgeha Kayseriyê hat berdan, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. Acar, destnîşan kir ku êdareya girtîgehê nameyên ji girtiyan re tên nade wan û nameyên wan jî naşîne û got: "Ji bo nameyan neşîne, hincetan dide ber girtîgehan. Di nameyê de peyveke 'muxalif' jî hebe lêpirsîn tê destpêkirin. Her wiha pêwendiya di navbera girtîgehê de jî tê astengkirin. Bi piranî îdiayên wekî 'rewşa girtîgehê dixe xetereyê' û 'heqareta li serokomar' tên derpêşkirin. Ji ber vê jî cezayê pêwendî û hevdîtinê tê birîn. Kargo nayên teslîmkirin. Kargo 3 caran diçin û tên. Hema bêje tu carî kargoyên hatine bi rihetî nedane".    ‘RADYOYAYN NADIN'    Acar, destnîşan kir ku sewqên ji bo girtîgehên din tên kirin jî zûzûka tên kirin û bêyî ku hayê girtiyan jê hebe tên kirin. Acar, anî ziman ku avêtina ser qawîşan tim çê dibe û di dema avêtina ser qawîşan de heqaret li girtiyan tê kirin. Acar, da zanîn ku di dema jimariyê de amûrên girtiyan tên belawelakirin û dolabên wan davêjin erdê û her wiha rojnameya Evrenselê û Yenî Yaşamê nadin girtiyan. Acar, got: "Pirtûk jî bi awayekî sînorkirî tên dayîn. 2 sal û nîvan mam, radyoyên em endan me. Gava tu doza mafê xwe dikî ceza tê birîn".    2 SAL IN NAYÊN TEDAWÎKIRIN   Her wiha Acar, destnîşan kir ku girtiyên nexweş jî nayên tedawîkirin û di dema sewqkirinên nexweşxaneyan de tedawiya bi hawayê kelemçekirî tê ferzkirin û got: "Hevalê me Îmam Çelîk ku 24 sal in girtiye, rapora wî ya şîzofrenî û 'nikare di girtîgehê de bimîne heye'. Lê dîsa jî nayê berdan. Di dema tedawiya diranan de bêyî tedawîkirina bi awayê kelemçekirî girtî nayên muayenekirin. Lewma 2 sal in hema bêje diranên tu hevalî nehatine tedawîkirin".    ‘SER HEWADARIYÊ JÎ GIRTIN'    Acar, anî ziman ku daxwazên girtiyan ên ji bo guherandina odeyan jî nayên qebûlkirin û got: "Bi îdiaya 'astengkirina têkiliyên rêxistinî' daxwazên ji bo guherandina odeyan nayên qebûlkirin. Qadên hevpar bi temamî hatine qedexekirin. Hewadarî nedihat bikaranîn. Xesma jî piştî berfê dest pê kir ser hewariyê bi temamî girtin, kirin wekî qefesekê. Têlên li ser hewadariyê di bin berfê de mane. Lewma ne mimkun e mirov ronahiya li derve bibîne. Me xwest berfa li ser têlan bê rakirin, lê nehat paqijkirin. Hema bêje me hewa nedigirt. Ev yek bi hefteyan dewam dikir. Gava ez hatim berdan jî rewşa liw ir bi vî rengîb û".    Serkarmendê girtîgehê ji bo van binpêkirinên mafan, got: "Mixabin nikarim der barê vê mijarê de biaxivim".