Qeyûm heta êzingên noqteya polîsan jî ji qaseya şaredariyê kirîne 2020-02-05 09:15:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Qeyûmên tayînî Şaredariya Sûrê hatin kirin, şaredarî di bin deynan de hiştine. Pereyê deyn kirine jî qismek jê ji bo Midûriyeta Emniyetê ya Sûrê û ji bo Fermandariya Cendirmeyan a Sûrê xerc kirine. Her wiha êzingên ji bo noqteyên kontrolkirinê yên polîsan jî ji qaseya şaredariyê kirîne.  Piştî hilbijartina 31'ê Adarê carek din qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hatibû kirin û cardin Qeymeqam Abdûllah Çîftçî bûbû qeyûm. Derket holê ku qeyûm cardin perê şaredariyê ji bo saziyên dewletê xerc kiriye.    Li gorî lêkolînên hatine kirin qeyûm dîsa ji bo saziyên dewletê pereyên şaredariyê xerc kiriye. Ji bo Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê û ji bo miftîtiyê 6 milyon û 25 hezar û 169 TL perê şaredariyê xerc kiriye.    Her wiha ji bo Midûriyeta Emniyetê ya Sûrê û ji bo Fermandariya Cendirmeyan a Sûrê jî pereyên şaredariyê hatine xerckirin. Qeyûm ji bo tabelayên fermandariya cendirmeyan di 26'ê Kanûna 2017'an de 4.012.00 TL pere xerc kiriye. Ji bo dîregên alayê yên Qereqola Cendirmeyan a Mermerê jî di 17'ê Tebaxa 2018'an de 76.700.00 TL xerc kiriye.    Ji bo qamerayên ewlehiyê yên Qereqola Cendirmeyan a Ozekliyê jî 19.881.00 TL xerc kiriye û ji bo qereqolê bi 23.600.00 TL'yan jî du heb prefabrîk kirine.    HEQÊ ÊZINGAN JÎ JI QASEYA ŞAREDARIYÊ    Qeyûm, ji bo polîsên taybet ên tev li operasyona Efrînê bûbûn jî hezar heb powerbank kirinîe û ji bo vana 79.06.00 TL pere xerc kiriye. Her wiha bi 6.000.00 TL'yî jî ji bo noqteya polîsan konteynerek û ji bo emniyet û fermandariya cendirmeyan jî bi 11.941.00 TL'yî polîsên tarfîkê yên maket û wesayîta cendirmeyan a maket kirîne.    Her wiha qeyûm êzingên noqteya kontrolê ya polîsan jî ji qaseya şaredariyê kiriye. Qeyûm, bi 22.811.00 TL'yî êzin kirîne.