Ji kesên di bin aşîtê de man 5 kesan jiyana xwe ji dest daye 2020-02-04 22:17:08 WAN- Li navçeya Miksê ya Wanê aşît bi ser mînîbus û makîneyeke karî de ket. Li gor agahiyên ewil ji kesên di mînîbusê de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.  Li navçeya Miksê ya Wanê aşît bi ser mînîbus û makîneyeke karî de ket. Piştî aşît ket, dest bi lêgerîna mînbusa di bin aşîtê de mabû hatibû kirin. Hat diyarkirin ku piştî çend saetan şûnde mînûbus hatiye dîtin. Li gor agahiyên ewil ji kesên di mînîbusê de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.  Walîtiya Wanê di daxuyaniya xwe de got:  “Ji bin aşîtê 5 kes bi saxî hatin xelaskirin. 5 kes jî jiyana xwe ji dest dane û cenazeyê wan hatiye derxistin".  Waliyê Wanê Emîn Bîlmez jî got:  "Texmîna me ew e ku 10-15 kes di mînîbusê de ne. 7 kes hatine xelaskirin. Xebatên ji bo rizgarkirinê didomin".    Her wiha gava aşît ketibû operatorê makîneya karî jî xwe ji ser wesayîtê avêtibû û xelas bûbû.