Mînîbusa di bin aşîtê de ma hîn jî nehatiye dîtin 2020-02-04 20:54:00       WAN- Li navçeya Miksê ya Wanê aşît bi ser mînîbus û makîneyeke karî de ket. Piştî aşît ket ajovanê makîneya karî xwe bi xwe ji bin aşîtê derket, lê belê hîn jî xebatên ji mînîbusa di bin aşîtê de nehatiye dîtin.    Li navçeya Miksê ya Wanê aşît bi ser mînîbus û makîneyeke karî de ket. Piştî aşît ket ajovanê makîneya karî xwe bi xwe ji bin aşîtê derket û ew rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê. Hat diyarkirin ku milê ajovanê makîneya karî şikiyaye, lê belê hîn jî xebatên ji mînîbusa di bin aşîtê de nehatiye dîtin.    Tê gotin herî kêm 10 kes di mînîbusê de bûne. Xebatên ji bo dîtina mînîbusê didomin.