Endama MYK KESK’ê Atasoy: Emê tirsê belav bikin 2017-12-13 15:06:15 AMED – Endama MYK’a KESK’ê Gulîstan Atasoy, diyar kir ku ew dê ji bo rakirina perdeya OHAL’ê, têbikoşin û wiha got: “Em dê bi têkoşînê hewaya tirsê belav bikin.”   Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Çemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) di çarçoveya kampanyaya “Em ne OHAL’ê demokrasiyê dixwazin” li Amedê civîna çapemeniyê li darxistin. Civîn li Şaxa Hêjmara 1’emîn a Egîtîm Sena Amedê hat lidarxistin. Di civînê de Berdevkê Demî yê KESK’ê Saîd Baran axivî û wiha got: “Ji bo ji holê rakirina muxalifetê OHAL hat îlankirin.      ‘GER EM DEST JÊ BERDIN EWÊ QEZENC BIKIN’   Baran, anî ziman ku dê tu carî dest ji têkoşîna xwe berdin û wiha bi dawî kir: “Dê faşîzm winda bike. Piştî derbeya 15 û 20’ê Tîrmehê gelek endamên KESK’ê ji kar hatin avêtin, binçavkirin û girtin. Lê KESK’ê tu carî dest ji rê û resma têkoşîna xwe berneda û dê têkoşîna me mezintir bike. Weke ku em jî dizanîn dê ne faşîzm, emê qezenc bikin. Em tu carî dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernadin û emê heya dawiyê bi faşîzmê bidin winda kirin. Dê faşîzm winda  bike.”     ‘EMÊ AVHEWAYA TIRSÊ BELAV BIKIN’   Piştre endama MYK’a KESK’Ê Gulîstan Atasoy jî axivî û ev tişt gotin: “Tê gotin ku dê hikûmet KHK’eyek berfireh ji raya giştî re bi weşîne. Ev polîtîkayên tirsê yên desthilatdariyê ne. Dixwazin vê polîtîkayên xwe bidomîn in. Ji bo ser siyaseta qirêj a desthilatdariyê bigirin, perdeya OHAL’ê îlan kirin. Heta ku ev perde bê rakirin emê têbikoşîn. Emê bi têkoşîna xwe avhewaya tirsê belav bikin.”