'Di 48 saetan de 400 maşîneyên eskerên Tirk derbasi Suriyeyê bûn' 2020-02-04 17:38:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Mala Çavdêriyê, diyar kir ku ji duh heta niha ji Tirkiyeyê zêdeyî 400 maşîneyên eskeran bi karwanekê derbasî Sûriyeyê bûn.    Mala Çavdêriyê ya Sûriyeyê, diyar kir ku artêşa Tirkiyeyê ji duh heta niha, zêdeyî 400 maşîneyên eskerî di ser Kafr Lusinê re derbasî Sûriyeyê bûn û çûn herêma çoltara Halep û Idlibê. Beşek karwanê derbasî ser rêya M4R'an bû, beşek derbasî herêma Areha bû û beşa din jî derbasî herêma Saraqebê bûn. Mala çavdêriyê da zanîn ku ji duşemê heta niha 400 maşîneyên askeran derbas bûn.