Endama DÎK’ê Suheyla Înal: ÎÎT zîrveya durûtiyê ye 2017-12-13 15:05:04 STENBOL – Endama Meclîsa Jinan û Şûra KÎ’ê Suheyla Înal civîna asta bilind a ÎÎT bi gotinên “Zîrveya durûtiyê” nirxand û got: “Ev dewletên di nav xwe de zilma herî mezin, bêedaletî, bêehlaqî ku dijîn çawa radibin li dijî Îsraîlê zimanek hevpar bikar tînin.”  Piştî Serok Dewletê yê DYA’yê Donald Trump Kudsê wek paytexta Îsraîlê nas kir nîqaş didomin. Tirkiye jî Civîna Asta Bilind a Awarte ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî (ÎÎT) re malovaniyê kir. 57 welat endamê Teşkîlatê ne. Civîna li Stenbolê li hev kom bû balkêş bû ku tenê 16 lîder beşdarî civînê bûn.    Endama Meclîsa Jinan û Şûra Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) Suheyla Înal civîna asta bilind bi gotinên “Zîrveya durûtiyê” nirxand.    ‘ESASA PIRSGIRÊKAN HEVKARIYA BI DYA Û ÎSRAÎL RE YE’    Înal diyar kir ku rewşa niha Kuds tê de derbas dibe di encama polîtîkayên dewletên beşdarî ÎÎT’ê bûne û got: “Heke ku helwestek pêwîst û polîtîkayek rast pêk bihata îro rewşa Qudsê ne wiha bûya.” Înal anî ziman ku bi taybetî di pêvajoyek wiha de kombûna konferansek wek ÎÎT’ê “munafiqî ye” û dewletên beşdarî civînê bûne tenê ne ji bo Filîstînê bi Îsrîl û Amerîka re hevkariya wan heye di heman demê de esasa pirsgirêkên li Kurdistan, Lîbya, Misir û erdnîgariya Îslamî kûr dike.    ‘TIRKIYE ÎSRAÎLÊ LI SER PYA DIGIRE’    Înal destnîşan kir ku Quds wargeha pîroz a hevpar a hemû olan e û wiha axivî: “Wek berjewendiyên tevlîhevî, alozî û şer pirsgirêka Filîstînê biderengî xistin. Mînak hin dewletên ereb hene. Heke ku bixwastana dê vê pirsgirêkê heta niha bi helwestek hevpar bi rêbazê aştiyane çareser bikirina. Aloziya li Rojhilita Navîn diqewime Teşkîlata Hevkariya Îslamî û yekîtiyên wek wê ji ber berpirsyariya xwe neanîne cih ev alozî rû didin. Têkiliyên Tirkiyeyê bi Îsraîlê re ji destpêkê heta niha li ser bingehên durûtiyê hatine avakirin. Tirkiye yek ji welatên ku ewil Îsraîlê nas kiriye cih digire. Divê mirov vê têkiliyê bi siyonîzmê re bigire dest. Ji bo Tirkiye rojeva xwe biguherîne vê civîna awarte li dar xist. Çunkî ji Îsraîlê bêtirîn binpêkirina maf û nelirêtiyê mezin hene. Di gotinê de bi Îsraîlê re nakokî dijî û di cewherê de bi xebatên stratejîk dewletek ku Îsraîlê li ser piya digire ye.”    ‘JI BO POLÎTÎKAYÊN HÛNDIR WISA DIKIN’    Înal da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê tehemûla bertekên Misilmanan ên li dijî emperyalîzmê û siyonîzmê neke. Înal got ku kombûyîna Rêxistan Hevkariya Îslamê tu wateya xwe nîne  û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê ji Îsraîlê zêdetir komkujî û binpêkirinên mafan tên jiyîn. Qudsê ji bo xwe wekî ewlekariya jiyanê dibîne. Tirkiyeya ku ji bo pirsgirêka gelê kurd û gelên din nikare çareseriyê ava nake, gelo dê çawan karibe ji bo Îsraîl û Fîlîstînê çareserî ava bike. Ev ne raste, ji bo polîtîkayên xwe yên hûndir wisan dike.”     ‘NÊZÎKATIYEK NE ÎSLAMIYE’   Înal di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ger Tirkiyeyê bi rastî jî dixwaze çareseriyê ava bike, divê hevkariya aborî, siyasî û leşkeriy a Îsraîlê re dest pê kê bi dawî bike. Ev hemû dewlet nûnerên bêedaletî û ne wekheviyê ne. Bi xwe dinava dirûtiyekê dene, radibin behsa Îsraîlê dikin. Ev dewlet ne xwedî exlaqin. Tîfazên li ser şer tên avakirin bi başî bi encam nabin. Ev nêzîkatiyek ne îslamiye. Mînaka herî mezin, zilma li ser gelê kurd a 4 parçeyan tê meşandine. Gund hatin şewitandin.  Komkujiyên Helepçe û Roboskê rû dan. Li dijî van dewletan kesekê tiştek negot û pêngavêk destpê nekirin."