Bi hezaran malbatên komên çeteyan li Efrînê bi cih dikin 2020-02-04 16:52:03 EFRÎN - Rayedarên Tirkiyeyê ji bo demografiya Efrînê biguherînin, malbatên hêzên çekdar û cîhadîst li Efrînê bi cih dikin.    Çavkaniyên ji navçeya Bilbilê ya Efrînê diyar kirin ku 800 malbatên hêzên çekdar ên Bazên Bakur û Sultan Burat ji Idlibê anîn, li navçeyên Efrînê bi cih kirine. Malbatên çeteyan li navenda navçeyê û gundên Bêlan, Qurnê, Hiyame, Seriya, Bîkê, Qestelê Xidirya û Hesen Dêra hatine bicihkirin. Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê bicihbûna malbatên xwe li malên şêniyên resen ferz dikin. Çavkaniyên herêmî agahî dan Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ragihand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker 55 malbatên nû yên ji Idlibê li gundê Tirindê yê girêdayî navenda bajarê Efrînê, 86 malbatên çeteyan li gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawa, 2 malbat li gundê Istêr ê girêdayî navenda bajêr, 240 malbat li gundê Eyndarê, 85 malbat li gundê Kifêrê yê girêdayî navenda Efrînê , derdora 66 malbat li gundê Îska yê navçeya Şêrawa, 57 malbat li gundê Kefer Zêtê yê Cindirêsê, 24 malbat li gundê Coqê yê girêdayî navenda Efrînê, 62 malbat li gundê Babilêtê yê girêdayî navenda bajêr, 45 malbat li gundê Til Tewîl yê girêdayî navenda bajêr û 38 malbatên çeteyan li gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa bi cih kirin.    Li gorî çavkaniyekî ji herêma Racoyê, komên çekdar ên Tirkiyeyê gelek sivîlên Efrînê revandin û ji bo serbestberdana wan fîdye xwest. Li gorî çavkanî, Iz El-Dîn Enwer Elî (35) beriya du hefteyan hate revandin û ji şêniyên gundê Hesen Kilkawî yê navçeya Reco ye. Komên çekdar ji bo serbestberdana wan, ji malbatên kesên revandine 300 hezar lîreyên Sûriyê xwest. Di 1`ê Sibatê de jî komên çekdar şênî Eyhan Mihemed Mamo û Heysem Mihemed Mamo yên ji gundê Heyama yê navçeya Racoyê revandin. Heta niha çarenûsa kesên hatine revandin ne diyar e. Komên çekdar, beriya çend rojan bazirganekî zeytê ji şêniyên Efrînê revand û piştî ku fîdye wergirtin, kesê revandî kuşt.