Platforma Zimanê Kurdî HDP'ê ziyaret kir 2020-02-04 16:49:34 ENQERE - Platforma Zimanê Kurdî, li Meclisê, HDP'ê ziyaret kir û daxwazên xwe yên fermîbûna zimanê kurdî û kurdîbûna zimanê siyasetê pêşkêşî HDP'ê kir.  Platforma Zimanê Kurdî, li Meclisê, serdana HDP'ê kir. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî paltformê pêşwazî kirin. Di heyeta HDP'ê Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kûrtûlan, Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê ji Rêxistibûyînê berpirsyar Alîcan Onlu û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier jî cih girtin. Serdanê bi qasî saetekî berdewam kir. Di serdanê de bidawîbûna polîtîkayên pişaftinê yên li ser kurdî û xebatên ku ji bo pêşxistina kurdî hatin nirxandin.    Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, têkildarî hurgiliyên serdanê agahî dan û diyar kir ku platformê daxwazên xwe pêşkêşî wan kiriye û ew piştgiriya xebatên platformê dikin. Taşçier, da zanîn ku platformê dixwaze ku li cem zimanê tirkî zimanê kurdî jî weke zimanê duyemîn ê fermî û dixwazin vê daxwaza pêşkêşî partiyên li Meclisê ne bikin û wiha got: "Ji me jî daxwaz dikin ku zimanê siyasetê bibe zimanê kurdî, yanî parlamenterên kurd bi kurdî biaxivin û kurdî derxin pêş."    Patform, dê îro saet di 17.00'an de bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû û sibê saet di 15.0'an de jî bi Serokê Giştî yê Saadetê Temel Karamollaoglû re hevdîtin pêk bîne.