200 malbatên ji şerê Idlibê reviyan gihîştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2020-02-04 14:13:28 KOBANÊ - 200 malbatên Idibê ku ji şerê navbera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê û hêzên rejîma Sûriyê ya bi piştevaniya Rûsyayê de bû sedema koçberiya bi deh hezaran ji herêma Idlibê ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve. Ji ber ku Tirkiye garantora peymanên “herêma bêçek” û agirbesta li Idlibê da ser milê xwe û erka xwe pêk neanî, rejîma Sûriyê li Idlibê êrîş kirin. Welatiyên Idlibê yên rastî êrîşan hatin neçar man koçber bikin. Sivîlan li herêmê ku di bin êrîşan de man, neçar man ku cih û warên xwe terk bikin û koç bikin. Welatiyên ku koç kirin berê xwe dan herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku Rêveberiya Xweser. Rêveberiya Xweser deriyê xwe li hember tevahî koçberên Sûriyê vekir û koçberan hembêz dikin. Tevî derfetên kêm, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêla koçberên Sûriyê ji tevahî herêman ji destpêka 2012’an ve pêşwaz kir, ji şerê li Şam, Hums, Hema û bi dehan herêmên dîtir. Li vê dawiyê jî Rêveberiya Xweser malbatên li herêma Idlibê pêşwaz kirin û dest bi çêkirina kampan kir.   Zêdetirî 200 malbatên ji bajar û gundewarên Idlibê piştî derbasbûna di dergeha Ewn El-Dadat a bakurê bajarê Minbicê re beş bi beş, gihîştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Heta niha 3 beş ji koçberan derbasî Minbicê bûn û berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Şêniyên herêmê, koçberên Idlibê pêşwaz kirin. Piştî ragihandina fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ku gotibû deriyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku Rêveberiya Xweser wan bi rê ve dibe û QSD diparêze, li pêş şêniyên ji ber şer neçarî koçberiyê dibin, vekirî ne.