ÎHD: Bila Erdagon rayeya xwe ji bo girtiyên nexweş û extiyar jî bi kar bîne 2020-02-04 14:12:59   ENQERE - Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê, diyar kir ku nêzî 500 girtiyên nexweş ên nikarin di girîgehan de bimînin hene û daxwaz kir ku Serokkomar Erdogan rayeya xwe ji bo girtiyên nexweş û extiyar jî bi kar bîne.   Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), derbarê yek ji faîlên komkujiya Madîmakê Ahmet Tûran Kiliç ê bi daxwaza Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan hat berdan de, daxuyaniyek nivîskî weşand.    Komîsyonê di daxuyaniya weşand de, behsa madeya 104’emîn a Qanûna Bingehîn kir û wiha got: “Di vê qanûnê de tê diyar kirin ku divê ‘kesên her tim nexweş, seqet û extiyar’ ji aliyê Serokkomar ve bên berdan.” Komîsyonê bi vê mînakê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Nêzî 500 girtiyên nexweş ên nikarin di girîgehan de bimînin hene. Di rastiyê de, divê ev kes di çarçoveya pêşnûmeyên qanûnan de bên berdan. Lê sazî û kesên ku bi pêvajoya înfaza van kesan re eleqedar dibin, bi awayekê xemsar nêz dibin. Bi raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) van kesan di girtîgehan de dihêlin. Divê demildest dest ji vê helwestê bê berdan. Lazime ku girtiyên nikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin bên berdan. Em dixwazin Serokkomar Erdogan rayeya xwe ji bo girtiyên nexweş û extiyar ên din jî bi kar bîne.”