Doza Elvan taloq bû: Dê polîs bên guhdarkirin 2017-12-13 14:47:01 STENBOL - Doza der barê kuştina Berkîn Elvan de hat dîtin, dadgehê biryara navborî aşkera kir û da zanîn ku divê hemû polîsên bi bersûc Fatîh Dalgali re li ser kar bûne, bên guhdarkirin. Li Okmeydaniya Stenbolê di 16'ê Hezîranê 2013'an de bûyerên Geziyê qewimî bûn û polîsan piştî bi bombeyên gazê êrîşê girseyê kir, bombe bi serê zarokê bi navê Berkîn Elvan ket û piştî 269 rojan di beşa lezgîn de hat girtin, jiyana xwe ji dest da. 4'emîn rûniştina dozê li 17'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di dozê de şahid hatin guhdarkirin û dîmenên dema bûyerê hatin temaşkekirin.   'YÊ LI BERKÎN DAYE FATÎH DALGALI YE'   Parêzera malbata Elvan Çîgdem Akbulut, da zanîn ku piştî dîmen hatine başkirin, xeyalên wan şikestiye û ev tişt got: "TUBÎTAK'ê efektên vîdeoyan en ji rêzê lêkolîn dereng xistiye. Dema bombeya gazê li Berkîn Elvan dikeve, di nava 18 saniyeyan de 5 bombeyên gazê di heman alî de davêjin. Di dîmenan de yê milê wî pêçayî Fatîh Dalgali ye û yê li Berkîn Elvan xistiye jî heman polîsê milê wî pêçayî ye."   Prz. Akbulut di dema parastinê de wêneyê ciwanê filistînî Fevzî Cuneydî yê leşkerên Îsraîlê çavên wî girêdayî jî nîşan da û Dayika Taybet a cenazeyê hefteyê li kuçeyê hat rawestandin û Cemîle Çagirga ya cenazeyê wê di sarincê dehat veşartin jî bi bîr xist.   Prz. Akbulut, herî dawî xwest Dalgali bê girtin. Prz. Can Atalay jî xwest der barê polîsên bi navê Kadîr Eyup Hambaloglu, Emîn Yildiz û Azîz Yalçinkaya de îdianameyek pêvekî bê amadekirin.   'EM DI 27'Ê SIBATÊ DE HESAB JI KUJERAN BIPIRSIN'   Pîştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî hat dayîn. Bavê Berkîn Elvan Samî Elvan, diyar kir ku hêj kujer li derve ne û xwest bersûc Dalgali bê girtin û Ev tişt got: "Çawa ku destekî siyasî li ser vê dozê hebe, divê piştgiriya gel jî ji bo vê dozê hebe. Divê em kujeran di 27'ê Sibatê de bavêjin girtîgehê."