Daxwaza baro mudaxilê doza Eylem Tîler bibe hat redkirin 2020-02-04 13:17:22 RIHA - Şandeya dadgehê, daxwaza Buroya Mafê Jinan a Baroya Rihayê ya mudaxilê doza Eylem Tîler a hat kuştin bibe red kir û ji bo amadekirina mutalayê dosya pêşkeşî dozger kir.  6’emîn daneşîna biryarê ya doza cînayeta jina 31 salî Eylem Tîler a di 12'ê Cotmeha 2017'an de li taxa Kirbalê ya navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji aliyê hevjîn û xesiya xwe ve hat qetilkirin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê pêk hat. Bersûc Huseyîn Tîler ê girtî û parêzerê wî Mûharrem Tîler beşdarî danişînê bûn. Bersûc Hanî Tîler a ne girtî tevlî danişînê nebû.    Parêzerên malbata Eylem Tîler Prz. Dîlek Polat, Serdîl Îzol, Esra Yûrûm Aktaş û Fazîlet Taştan di danişînê de amede bûn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Ayşe Surucu, Hevseroka Bajêr Emîne Çetîner û Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad  (TJA) doz şopandin.   Piştî danasnîna nasnameyê, bersûcê kuştina Eylem Tîler Huseyîn Tîler ê girtî parastin kir. Tîler, di parastina kir de, îdîa kir ku ew mexdûre.    'DIVÊ CÎNAYETÊN JINAN NEYIN PIŞT GUH KIRIN’   Parêzera Eylem Tîler Dîlek Polat, di parastina kir de wiha got: “Di meha Çile de 27 jin hatin kuştin. Divê dadgej cînayetên jinan pişt guh nekin. Em dixwazin ku bersûc Tîler bi awayekê herî giran bê cezakirin.”   Ji parêzerên dozê Fazîlet Taştan jî, da zanîn ku ew weke Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Rihayê dixwazin mudaxilê dozê bibin û wiha parastin kir: “Hemû ji ji cînayeta Eylem Tîler bi bandor bûn. Em dixwazin ku cezayê herî giran li bersûc bê birîn û Hanî Tîler bê girtin.”    Parêzerê Huseyîn Tîler Selîm Tîler, di parastina kir de, îdîa kir ku muwekîlê Eylem Tîler ne kuştiye û xwest bersûc negirtî bê darizandin.    Şandeya dadgehê, piştî navberê daxwaza daxwaza Buroya Mafê Jinan a Baroya Rihayê ya mudaxilê doza Eylem Tîler bibe, red kir û ji bo amadekirina mutalayê dosya pêşkeşî dozger kir.    Dadgehê dûre danişîn taloqî 24’ê Adarê kir.