Di çalakiya Yukselê de 7 binçav kirin 2017-12-13 14:40:15   ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" 400 roj e li Kolana Yukselê dewam dike. Polîsan êrîş kir û 7 kes binçav kirin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 280 roj e dewam dike. Çalakiya karkerên çemawerî ya  "Em karê xwe dixwazin" 400 rojin li Kolana Yukselê dewam dike û dixwazin careke din vegerin karê xwe. Çalakvanên ku pankarta "Greva birçîbûnê di roja 280'an de ye" vekirin, polîsan êrîşê wan kir û 7 kes binçav kirin.   Mehmet Dersulu, Îlker Işik, Sîmge Aksam, Nazan Bozkurt, Acun Karadag û du xwendekarên navên wan nehat zanîn bi lêdanê hatin binçavkirin.