Serokê ATO'yê Bûlût: Vîrusa coronayê hê li Tirkiyeyê nehatiye tespîtkirin 2020-02-04 12:05:21 ENQERE - Serokê Lîjneya Rêveberiya Odeya Bijîjkan a Enqereyê (ATO) Vedat Bûlût, diyar kir ku vîrusa coronayê li Tirkiyeyê nehatiye tespîtkirin û dermanê wê nehatiye dîtin.    Tekoşîna li dijî vîrusa coronayê li seranserê Cihanê didome. Di serî de li Çînê li gelek herêman bergiriyên karantînayê tên girtin. Hejmara kesên ku bi vîrusê ketine hejmara wan nêzî 20 hezarî ye.  Bi giştî 427 kes jî ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vîrusa ku li Çînê derket û li Cîhanê berbelav bû, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, di asta gerdûnî de rewşa lezgîn îlan kir. Lê heta niha jî dermaneke li dijî vîrusê neyatiye aşkerakirin.    Serokê Lîjneya Rêveberiya Odeya Bijîjkan a Enqereyê (ATO) Vedat Bûlût, têkildarî vîrusa coronayê axivî û diyar kir ku rewşeke jê bê gumankirin, li Tirkiyeyê tuneye û wiha got: "Heke vîrus bê tespîtkirin, derfeten ku Wezareta Tenduristiyê vê yekê ji raya giştî veşêre tunene. Vîrus li Tirkiyeyê hê nehatiye tespîtkirin.