Di doza Şahîn Oner de polîsê bersûc tevlî danişînê nebû 2020-02-04 11:43:47 AMED - Polîs S.K. ê di sala 2013’an de li Amedê bi maşîneya zirxî Şahîn Oner perçiqan û bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştinê” tê darizandin, tevlî 8’emîn danişîna dozê nebû.    8’emîn danişîna doza ku têkildarî kuştina Şahîn Oner ê di 10’ê Sibata 2013’an de li Semta Şehîtlîkê ya Navçeya Yenîşehîr a Amedê maşîneya zirxî ya polîsan lê qelibî û jiyana xwe ji dest da, hatibû vekirin, hat dîtin. Danişîn li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bavê Oner Mehmet Şîrîn Oner û parêzerê wî Abdullah Zeytûn di danişînê de amede bûn. Lê polîsê bersûc S.K. ê bi maşîneya zirxî Oner perçiqan û bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştinê” cezayê muebetê jê re tê xistin beşdarî danişînê nebû. Parêzerê wî jî hinceta ne tevlîbûna xwe ji dadgehê re ragihand.    DANIŞÎN ŞOPANDIN, GIRTEK GIRTIN   Polîsan berî danişînê hem li ber edliyê û di hûndirê edliyê de ewlekariyek zede girtin. Balkêş bû ku 3 polîsên ku danişîn şopandin jî girtekên danişînê girtin û ji salonê derketin.    POLÎSÊ ŞAHID NE ANÎN   Şandeya dadgehê di danişîna derbas bûyî de, ji bo ku polîsê şahid bê guhdarkirin nivîs ji Midûriyeta Polîsan re şandi bû, lê polîsan jî bi awayekê ku ewê nekarin polîs bînin dadgehê bersiv dane şandeyê. Dadgehê dîsa, da zanîn ku biryara li cihê bûyerê keşifkirin jî bi cih nehatiye anîn.    ‘BILA BERSÛC BÊ GIRTIN’   Destpêkê parêzerê malbata Oner Abdûllah Zeytûn di danişînê de parastin kir û wiha axivî: “Derbarê keşfê de fikarên min hene. Em dixwazin ku şandeya dadgehê jî beşdarî keşfa cihê bûyerê bibe. Tê xistin ku dosyeya mirina Oner, veguherînin dosyeya qezaya trafîkê. Polîsên bersûc û şahid, tenê ji bo parastina xwe axin û parastin kirin. Ger li dadgehê nebe jî em dixwazin bersûc bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibe. Bersûc ji roja dest pê kê ve beşdarî danişînan nabe. Ew mafê me yê ku em ji pirsan bipirsin tuneye. Ji ber rehetiya karmendê dewletêye, beşdarî danişînan nebe. Bi SEGBÎS’ê be jî em dixwazin ku tevlî danişînê bibe. Rewşa heyî dide nîşandan ku bi zanebûn Oner hatiye kuştin. Ji ber vê em dixwazin ku besûc demildest bê girtin.”    Şandeya dadgehê dûre biryara xwe ya li cihê bûyerê keşif kirinê dûbare kir, hinceta parêzerê besûc qebûl kir û danişîn taloqî 2’yê Nîsanê kir.