Li Xarpêtê bi 4.6 pîleyî erdhej çêbû 2020-02-04 10:14:38   XARPÊT - Li navçeya Xûxê bi mezinahiya 4.6 pîleyî erdhej çêbû.   Li Xarpêtê, piştî erheja bi pîleya 6.8 erdhejên peyhat didomin. Li navçeya Xûxê ya Xarpêtê, saet di 01.19'an de dîsa bi mezinahiya 4.6 pîleyî erdhejek peyhat çêbû. Erdhej li Xûxê û derdora wê hat hîskirin. Nayê zanîn ku erdhejê  avahiyên ku xesar gihîştibû wan hilweşandiye ya na.